Li Dêrikê ji bo şervanê Sûryan merasîmeke girseyî

Ji bo şervanê Meclîsa Leşkerî ya Sûyan Elaa Evdilehed ku li Silêmanî li nexweşxaneyekê şehîd bû li bajarê Dêrikê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê merasîmeke girseyî hate kirin.

Li Dêrikê bi dehan kes ji bo veşartina cenazeyê şervanê Sûryan Elaa Evdilehed (Melek) li ber mala wî li hev kom bûn.

Cenazeyê şervan bi dirûşmeyan anîn Dêra Mardodo. Cenaze piştre li Goristana Asûrî bi dirûşmeyan hate veşartin.

Elaa Evdilehed ji ber nexweşiyekê li Silêmanî dihate tedawîkirin.