Li Dêrikê ji bo piştgiriya girtiyên siyasî greva birçîbûnê dest pê kir

Li navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişloyê bi sedan kes, ji bo piştgiriyê bidin pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li zindanên dewleta Tirk ketine greva birçîbûnê, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo bi sedan kes li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û neeşkerekirina rewşa wî piştî erdheja li bajarê Stenbolê yê Tirkiye di 4`ê Kanûnê de pêk hat û her wiha ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di zindanên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de, dest bi gireva birçîbûnê kir.

Însiyatîfa Gel a Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê çalakiyê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dirûşma "Em berxwedana zindanan silav dikin û wê bi giyan û nirxên Şehîdan rêberê xwe azad bikin", veda.

Di grevê de bi dehan şêniyên bajêr û gundên wan, endamên saziyên sivîl, meclîs û kesayetên welatparêz, şêniyên herêma Koçerat û endamên Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê beşdar bûn.

Beşdaran piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê eşkere kirin.

Girtiyan ji 27'ê Mijdarê ve di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Di serî de endamê Însiyatîfa Gel a Dêrikê Mihemed Seîd tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û soza domandina çalakiyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan da.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan û dayika Şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mistefa axivî û piştgiriya xwe ji bo gireva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gele Kurd Abdullah Ocalan û li hember siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker nîşan da. Mistefa, soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Şadiye Yûsif jî axivî û got: "Siyasetên li dijî gelên bindest di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tên meşandin nikarin me ji têkoşîn û berxwedanê dûr bixin. Em soz didin ku asta berxwedana xwe li hember wan siyasetan bilind bikin."

Endama Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya Dêrikê Zeyneb Amed jî wiha axivî: "Em ranawestin û em ê heta pêkanîna azadiya Rêberê xwe pêngavên grevên birçîbûnê bidomînin."

Dayika Şehîd Ferhad û Îsam Şiblî, Şêrîn Omer bang kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere bibe û got: "Tecrîda li ser Rêbertî tecrîda li ser hemû gelan e."

Piştî xwendina peyaman, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Kawa Îsmaîl helbestek li ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê xwend.

Tê payîn ku grev sibe bi dawî bibe.

Komîteya Amadekar da zanîn ku hemû bajar û navçeyên Herêma Cizîrê wê tevlî çalakiyê bibin.