Li Dêrikê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Êrîşên dagirker û dagirkeriya Tirk li Dêrikê ji hêla gel ve hate şermezarkirin.

Dagirkerî û êrîşên dagirkeriya Tirk, sûcên dagirkeriya Tirk a li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê têne şermezarkirn.

Van rojên dawî hema hema li her bajarî çalakiyên protestoyî hatin kirin. Sêşemê jî li navçeya Dêrikê bi sedan kes derketin kuçeyan. Çalakî li herêma Koçerat û Beravê pêk hat û gelek kes hazir bûn.

Girse li Meydana Azadî li hev kom bû û ji kuçeyên sereke heta bi Meydana Dêra Mardodo ve meşiya.

Di meşê de bi dirûşmeyan hate gotin, ''Ji dagirkeriya Tirk re na'', ''Ji guherîna demografîk re ya li Serêkaniyê û Girê Spî re na!''

Hevserokê Rêveberiya Dêrikê yê PYD'ê Mihemed Evdirrehman li mîtînga li Meydana Dêra Mardodo axivî û got, ''Pêvajoya ku em tê re derbas dibin ji bo parastina destkeftiyên şoreş û azadiyê pêvajoyeke dîrokî ye.''

Evdirerehman got,''Dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir, demografî guherand, çete û malbatên wan bi cih kirin.  Hovîtî anîn ser gelê herêmê. Li dijî jin û zarokan sûcên giran hatin kirin.''