Li Dêrik û Tirbespiyê ji bo şehîdan merasîm hate lidarxistin

Li navçeyên Dêrik û Tirbespiyê yên bajarê Qamişloyê, ji bo veşartina cenazeyên 6 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibûn, merasîmeke girseyî pêk hat.

Li Dêrikê bi sedan şêniyên herêm û navçeyên wê 5 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibûn bi merasîmeke girseyî veşartin. Di merasîmê de nasnameya şervanekî din ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû jî hate îlankirin.

Îro bi sedan şêniyên Dêrikê ji bo cenazeyên şehîdan Firat Bozgurt (Agir Agirî), Çekdar Ayvalîk (Artêş Arkêş), Resûl (Delîl Çinar), Aydin Akar (Mahir Avaşîn), Welat Feysel (Rûbar) ku di Berxwedanên Serdemê û Rûmetê de şehîd bibûn wergirin, berê xwe dan nexweşxaneya Şehîd Hogir.

Piştî şêniyan cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneyê wergirtin, bi awayekî girseyî ber bi Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik we bi rê ketin.

Merasîma girseyî bi deqeyekî rêzgirtin ji bo giyana şehîdan dest pê kir. Piştre hevseroka PYD’ê Ayşa Hiso axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Ayşa Hiso di axavtinên xwe de bal kişande ser metirsî û hesasiyeta pêvajoya ku tê re derbas dibin û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di şexsê Hevrîn, Amara û Barînan de hedefgirtina jina azad û têkoşer e. Lewre divê her kes bi erkên xwe, bi taybetî jî di vê pêvajoya dîrokî ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, rabin."

Di dawiya merasîmê de hate ragihandin ku şervanê bi navê Esmet Îsmaîl (Rizgar Dêrik) sala 2018’an di berxwedana serdemê de şehîd bûye.

Piştî axaftin bi dawî bûn, agahiyên derbarê şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

TIRBESPIYÊ

Li gundê Berkevirê ya Tirbespiyê bi sedan şêniyan bi merasîmekê cenazeyê şehîd Cemîl Kêlo (Demhat Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê û ji malbata şehîd jî sersaxî hate xwestin.

Di merasîmê de li ser navê PYD’ê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd ji bo azadiya gelên herêmê da."

Sarûxan desnîşan kir: "QSD’ê îro aliyê herî girîng ya di dozên Sûriyê û Rojhilata Navîn e û tevahî hêzên heyî bi vê hêzî re diyalogan dikin. Ev tevahî jî bi saya kedên keç û xortên herêmê ne."

Li aliyekî din jî mamê şehîd Cemîl Kêlo Ednan Kêlo jî axivî û diyar kir: "Me du şehîd da û di rêya têkoşîn û berxwedanê de berdewam in û her şehîdek ji bo rêya rizgarkirinê li ser goristana şehîdan, dibe kulîlkek ku goristan pê dixemile."

Piştî merasîm bi dawî bû, pêkhateyên nava Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan berê xwe dan gundê Kerdîm Helîme yê rojhilatê navçeya Tirbesiyê da ku ji malbata şehîd Sebrî Tirbespiyê re sersaxiyê bixwazin.