Li Dêrik cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Li Dêrikê bi merasîmeke heybet cenazeyên 2 şervanên azadiyê li Goristan Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.
Li Dêrikê bi merasîmeke heybet cenazeyên 2 şervanên azadiyê li Goristan Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê cenazyên şervanê Erka Xweparastinê Feysel Ebas ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de û şervanê YBŞ′ê Emîn Murad (Ceger Şengal) ê ku li Şengalê şehîd bibû, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê û YPG′ê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YBŞ′ê Polat Şengal axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û di kesayeta wan de hemû şehîdên azadiyê bibîr anî. Polat soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan da.
Piştî axaftinan, nasnameya gerîlayê HPG′ê Hogir Baran ê ku li Kerkûkê di berxwedana li hember Haşdî Şabî de şehîd bûye hat eşkerekirin û radestî malbata wî hat kirin. Piştre birayê şehîd Hogir, Mihemed Elî Îsa axivî û diyar kir ku şehîd Hogir di oxira parastina mirovahiyê de şehîd bûye.
Mihemed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku şehîd Hogir ji bo xizmeta gelê xwe her li pêş bû û 27 sal di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de derbas kirin. Mihemed bang li hemû hêzên Kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin da layiqî fedekariya şehîdan bin.
Di berdewama merasîmê de nasnameyên şehîd Feysel û Ceger hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan diyar kirin ku ew bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û soza şopandina rêya wan dan.
Cenazeyên herdu cangoriyan di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayikan de hatin veşartin.