Li Dêrazorê şehîd hatin bîranîn

Li herêma Dêrazor a girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şehîdên meha Çile û Sibatê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê yê Dêrazorê merasîmê bîranîna 18 cangoriyên mehên Çile û Sibatê yên di sal û li deverên cuda de şehîd bûne, lidar xist.

Bîranîn li avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hecînê bi beşdarbûna malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hecînê Rakan El Fireyîh axivî û got: "Cihê şehîdan li dinya û axiretê bilind e.”

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemlan Ewed jî bal kişand ser fedakariyên şehîdan ên ji bo azadî û parastina ewlehiyê herêmê. Şemlan Ewed soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê Meclîsa Dêrazorê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Samir El Ubeyd axivî û da zanîn ku bi ked û xwîna şehîdan herêm ji terorê hate rizgarkirin.

Di merasîmê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Sefa Etiyê jî wiha got: "Şehîdan ji bo parastina xak û rûmeta gelê xwe berdêlên giranbuha dane."

Di dawiyê de mûm li ber wesîqeyên şehîdan hatin pêxistin.