Li Dêrazorê operasyona QSD’ê: 2 çete hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku di çalakiya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê yên li Dêrezorê de 2 serçete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 operasyonên ewlehiyê li dijî DAÎŞ′ê hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Di çarçoveya serdegirtina şaneyên rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst de, hêzên me duh (16′ê Sibatê) 2 operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyên rêxistinê li rojhilatê Dêrazorê pêk anîn.

Di operasyona yekemîn de ku YAT′ê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk aniye, li navçeya Sebhe ya rojhilatê Dêrazorê li dijî serçeteyekî rêxistinê bi navê Muhened El Sarî El Fedxem bû. Ew yek ji xetertirîn rêxistina DAÎŞ′ê bû. Wî li dijî hêzên me kiryarên suîqastkirinê pêk dianîn. Piştî dorpêçkirina herêma ku ew lê bû, YAT′ê banga teslîmbûnê kir, lê red kir. Dûre pevçûn çêbû û ew hate kuştin.

Operasyona duyemîn jî li gundê Hacine yê li rojhilatê Dêrazorê pêk hat. Yekîneyên me bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hêzên xwe daxistin da ku serçeteyê rêxistina DAÎŞ′ê yê bi nave Hemze El Humsî bigirin. Ew dever hate dorpêçkirin û banga teslîmbûnê hate kirin. Lê wî xwe teqand, di encamê de hate kuştin û 4 leşkerên hêzên Kaolîsyona Navneteweyî birîndar bûn.

Di her du operasyonan de gelek çek û amûrên leşkerî yên li gel terorîstan hatin girtin: çekeke kalaşnîkov û 3 jarjorên wê, rextek û telefonek.”