Li Dêrazorê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Li bajarê Dêrazor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û Komîteya Jinan a Dêrazorê ve li dijî dewleta Tirk li Dêrazorê meşek hate lidarxistin.

Piştî meşa ku bi sedan kes tevlî bûyî, li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan mitîngek hate lidarxistin.

Di mitînga ku bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de, li ser navê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û Meclîsa Jinan a Dêrazorê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya raya giştî ya li hemberî van êrîşan hate şermezarkirin.