Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Hêzên Antî Terorê li bajaroka Zîban a Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê girt. Vî çeteyê berê êrişî bendên ewlekariyê yên QSD’ê kiribû.

Hêzên Antî Teror ên QSD’ê li bajaroka Zîbanê ya Dêrazorê operasyoneke ewlekariyê lidarxistin.

Hate diyarkirin di vê operasyonê de çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin. Tê diyarkirin ev çete tevlî êrişên li hemberî bendên ewlekariyê yên QSD’ê bûye.