Li Dêrazorê 9 DAÎŞ’iyên ‘girêdayî TC’ hatin destgîrkirin
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan li Dêrazorê 9 endamên DAÎŞ’ê destgîr kirine.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan li Dêrazorê 9 endamên DAÎŞ’ê destgîr kirine.
Li gorî malpera fermî ya QSD’ê. hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê di çarçoveya hemleya wê ya li dijî terorê de, 9 çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Ebû Hemam û Ebû Herdûb li rojhilatê gundewarê Dêrazorê girtin ku xwe amade dikirin êrişan pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wan dest danîne li ser gelek belgeyan ku têkiliyan wan a bi êrişên terorîst û dewleta Tirk a dagirker re eşkere dikin.