Li Dêrazorê 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin
Li gundekî Dêrazorê li dijî benda hêzên hikûmeta Şamê êrîş pêk hat, di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 2 birîndar bûn.
Li gundekî Dêrazorê li dijî benda hêzên hikûmeta Şamê êrîş pêk hat, di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 2 birîndar bûn.
Li gorî SOHR, li dijî benda hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Beqresa jêrîn a Dêrazorê êrîşek ji aliyê çekdarên nenas ve pêk hat. Di êrîşê de 4 endamên şaxê "217" ya îstîxbarata leşkerî ya hikûmeta Şamê hatin kuştin, di nav de fermandarek hebû. Her wiha 2 birîndar bûn.
Duh sibeha jî li deriyê bajarokê Cidêd Begera yê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê du endamên "Komên Qatercî" yên hikûmeta Şamê hatin dîtin ku ji bajarokê Bûleyl bûn û di rewşên ne zelal de hatin kuştin.