Li Dêra Zorê şervanekî Suryanî yê ji Mersînê
Şervanê YPG'ê yê Suryanî yê ji Mersînê Ozgur bi bîr xist, ku DAIŞ'ê bi hezaran Suryanî kuşt û avêt nava çemê Xabûrê. Ozgur got, "Ji bo pêşî li hemû komkujiyan bigirin, em hatine vê derê."
Şervanê YPG'ê yê Suryanî yê ji Mersînê Ozgur bi bîr xist, ku DAIŞ'ê bi hezaran Suryanî kuşt û avêt nava çemê Xabûrê. Ozgur got, "Ji bo pêşî li hemû komkujiyan bigirin, em hatine vê derê."
Şervanê YPG'ê yê Suryanî yê ji Mersînê Ozgur, li Dêra Zorê dema ku cebilxaneyê ji wesayitê dadixîne, em wî nas dikin. Em ji hevalekî wî yê YPG'yî hîn dibin ku ew ji Mersînê ye û Suryanî ye. Naxwaze li pêşberî kamera biaxive, lê dema ku em israr dikin, ew jî bi kurtasî qala çîroka xwe û rêwîtiya xwe ya bi berxwedana Kobanê dest pê kir, dike.
Ozgur Tek 25 salî ye û 3 sê salan, di pêvajoya seferberiyê de tê Kobanê û careke din naxwaze ji nava YPG'ê derkeve. Niha li eniya Dêra Zorê ye. Ji me re qala rêwîtiya xwe ya şoreşê dike:
DI PÊVAJOYA SEFERBERIYÊ DE BERÊ XWE DIDE KOBANÊ
"Ez bi xwe ne Kurd im, lê tevlî hevalên xwe yên Kurd bûm. Di pêvajoya seferberiyê de weke Suryaniyekî tiştekî bala min kişand. Hevalan dîmenek di televîzyonê de nîşan didan. Zarokeke keç a biçûk hebû. Serê wê pêçayî bû, li ser dest û rûyê wî xwîn hebû. Dê û bavê wê ne pê re bûn. Birayê wê ji tî û birçîna li ber mirinê bû. Ev dîmen li Kobanê hatibû kişandin. Malbata wê ji ber hawanekê şehîd bûbû. Tenê ew û birayê wê mabû. Dema ku min ew dîmen dît, jiyana min ser û bin bû. Weke mirovekî nikarîbûm bêdeng bimam, diviyabû li vir bûma."
Ozgur piştî ku şerê Kobanê qediya venegeriya, di nava YPG'ê de ma û tevlî pêngavên din bû. Bi vê gotinê qala sedema vê yekê dike: "Dema ku mirov hevalên xwe dibînin, ku ji bo te xwe dide ber guleyan, ji bo te şehîd dikeve ya jî birîndar dibe, mirov naxwaze dest jê berde. Zehmet e ku mirov qala vî ruhî bike."
WATEYEKE MANEWÎ YA DÊRA ZOR HEYE
Piştî pêngavên Bendava Tişrînê, Qereqozax, Minbic û Şeddadê niha jî li Dêra Zorê ye. Cihgirtina li eniya Dêra Zorê ji bo Ozgur wateyeke xwe ya cuda heye. Ozgur ku Suryaniyekî ji Mersînê ye, bi bîr dixîne ku Dêra Zor cihê Ermeniyên ku sala 1915'an ji aliyê Osmaniyan ve hatine sirgûnkirin e û dibêje, "Wekî din, em zanin ku DAIŞ'ê di demeke kin de li Dêra Zor û Mergedeyê bi sedan, bi hezaran Suryanî kuşt û avêt nava çemê Xabûrê. Dixwazim vê bêjim; em ji bo peşî li hemû komkujiyan bigirin hatin vê derê. Ji xwe me pêşî lê digirin."