Li Dêra Zorê operasyona li dijî DAÎŞ'ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarokê Zîbanê yê li başûrê Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek li dar xistin û di encamê de 8 çete girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarokê Zîbanê yê li başûrê Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek li dar xistin û di encamê de 8 çete girtin.
Operasyon li ser daxwaza şêxên eşîrên Dêra Zorê û daxwaza gel pêk hat.
Hêzên QSD'ê roja Yekşemê avêtin ser hin rêxistinbûnên DAÎŞ'ê yên li bajarokê Zîbanê û gundên bajarok. Di encamê de berpirsyarê zekatê yê çeteyan M.D., berpirsyarê malî yê çeteyan S.L. û berpirsyarê sûîqestan ê çeteyan C.A. jî di nav de 8 DAÎŞ'î hatin girtin.
Di operasyonê de gelek çek û bombe jî hatin desteserkirin.
Hêzên QSD'ê di 25'ê Îlonê de li herêma Vadî El Ecîc ê li ser sînorê Sûriye-Iraqê dest bi pêngavê kiribûn.