Li Dêra Zorê jiyaneke şên, rengîn û azad dest pê kir

Li gundên Dêra Zorê ku ji hêla QSD’ê ve hatine azadkirin ji mehna tarîtiya DAIŞ’ê ve jiyaneke şên, rengîn û azad dest pê kir.

Li gundên ku bi Pêngava Bagera Cizîrê hatine azadkirin jiyaneke nû şîn dibe. Bi encama pêngava ku 9’ê Îlonê dest pê kirî rûyê jin û mêrên li van gundan dijîn şên dibe. Bi cilên xwe yên rengîn, bi muzîka xwe roja nû slav dikin Dêra Zorî.

Vegera li gundan didome, ji gundên ku DAIŞ û rejîm lê ne Dêra Zorî têne van gundên azad û ewle.

Em çûne gundê Mihemîda û Sauwa yên li rojavayêbakur ê Firatê ku beriya bi mehekê ji hêla QSD’ê ve hatine azadkirin û li jiyana mirovên sivîl ên ku ji tarîtiya DAIŞ’ê xilass bûna dinerin.

LI QIRAXA FIRATÊ DU HÊZ Û JIYANÊN CIHÊ

Beriya ku em berê xwe bidine gundê Mihemîdayê em diçine gundê Hisanê û pêlê bêhna xwe li ber Ava Firatê didin. Ava Firatê ku jiyanê dide herêma ji Dêra Zorê jî diçe û qewsekê dide xwe. Firat ku pêşî Dêra Zorê ji hêla bakur û başûr ve ji hev vediqetîne qewsekê dide xwe û xetê weke rojava û rojhilat dabeş dike.

Gundên ku me seriyek da wan li rojavayêbakur ê Firatê ne. Beriya Bagera Cizîrê 9’ê Îlonê dest pê bike li her du şiqên Firatê tarîtiya DAIŞ’ê serwer bû. Niha li du şiqan jî DAIŞ bi giştî hatiye paqijkirin lê dîsa jî li bakur û başûrê Firatê du jiyanên cihê hen. Firat li Dêra Zorê bûye sînorekî jixweber di navbera hêzên QSD’ê û rejîmê de ku li dijî DAIŞ’ê pêngavan didin.

Du jiyanên cihê dibêjim ji ber ku sivîlên li herêma DAIŞ’ê û rejîmê jî ber bi wan cihan ve têne ku di kontrola QSD’ê de ne, ber bi qadên Rojava, ber bi gundên azad ên Dêra Zorê ve tên. Ji ber ku rejîm bêyî ku sivîlan û DAIŞ’ê ji hev veqetîne êrîşên hewayî dike û her deverê dike kavil.

Em niha li bakurê Firatê ne û li başûrê wê rejîm heye.

Dema ku li ber qiraxa çêm em li van difikirin em bi rê dikevin. Rêberê me dibêje ew gundê Mihamîda baş nas dike û dixwaze ji wir em dest bi gerê bikin. Dema ku em digihine Mihemîda li gel ku hê nû azad bûne jî em şopên jiyana nû dibînin. Ji van gundan dema ku em derbaas dibin her çendî şopên şer hebin jî û ziyaneke mezin hebe jî sivîl jiyana xwe didomînin.

Em têne Mihamîda. Li ber dikanekê em radiwestin, li ber dikanê cilên rengîn ên jinekê hatine raxistin. Ne dereng beriya bi mehekê li gorî rêgezên DAIŞ’ê ti dikanan nikarîbû cilên rengîn bifiroşe, ên ku cilên rengîn li xwe dikriin ji wan re ne Misilman dihate gotin, an cezayekî giran didane wan an jî dihatin kuştin.

‘JI BO AZADBÛNÊ ÇAVÊ ME LI RÊYA KURDAN BÛ’

Dema ku em ji ber dikanekê diçin du jin bi tilîyên xwe nîşana serkeftinê dikin û ber bi me ve tên. Herdu jn jî ji qadên DAIŞ’ê yên El Bukemalê hatine vî gundî. Yek jê dibêje,’em berê mirî bûn niha em baş in.’’

Axaftinên wan hev temam dikin: ‘’Jiyana me jinan pir dijwar bû. Ma wiha dibe. Cilên me hemû reş bûn. Me nikarîbû derkevin derve, dema ku em derdiketin em dibirin. Niha em dikarin derkevin û bigerin. Em li Şamiyeyê bûn û çavê me li rêya Kurdan bû. Me digot wê werin me xilas bikin. Hêvî dikim ku Şamiyeyê rizgar bikin. Dema ku me koçî vir kir zor li me bû. Lê niha rewşa me baş e. Azadî bihuşt e. Niha em weke wan çûkan in ku ji rekehê derketine. Berê dema ku li bin cilê reş rengek jî bidîtina em dibirin.’’

GELÊ DÊRA ZORÊ SOSYAL E

Ji ber ku beriya niha jî em li qadên azadkirî geriyan rehetiya jinan bala mirov dikişîne. Rêberê me dibêje berevajî ya ku tê zanîn gel û jinên Dêra Zorê li gorî gelek herêman pir sosyal in. Li Til Hemis, Hol, Girê Spî û Minbicê, li gelek qadên azadkirî li gel ku azadkirî ne jî piraniya jinan naxwazin werin ber kamerayê û ji kamerayê direvin.

Piraniya Dêra Zorê 2014-2015’an di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye, beşek jê her çend di kontrola rejîmê de be jî DAIŞ’ê dorpêç kiriye. Helbet li van deran DAIŞ’ê bandor li hinan kiriye û ew rêxistine. Lê dema ku mirov li gundê Dêra Zorê dinere mirov dibîne ku DAIŞ’ê gelê Dêra Zorê weke ku tê gotin rêxistin nekiriye. Gelê Dêra Zorê û jinên wê beriya ku şer biqede jî pergala DAIŞ’ê ya li ser tirsê, hovîtiyê ava bûye ji hiş û dilê xwe avêtine.

Li Dêrezorê li qadên ku em lê digerin em dibînin her çendî Dêra Zor bi temamî ji DAIŞ’ê nehatiye azadkirin jî civakê dest bi jiyana azad kiriye û weke ku rêberê me gotî avaniya wê ya sosyal li gorî gelek deveran pêşketî ye.

LI GUNDÊN XWE VEDIGERIN

Em li gundê Mîhamîda digerin. Li Dêra Zorê ewlehia gundir li deverekê kontrolê dike. Li vir em bi Hamîd Hasan Ahmed re diaxivin ku ji bo kontrolê hatiye rawestandin. Hamîd Hasan Ahmed dema ku li gundê wan şer derdikeve ji gund derketiye û derbasî qadên QSD’ê bûye. Dibêje niha gundê wan ji hêla QSD’ê ve hatiye rizgarkirin û ewlehî ava bûye û ji bo vê jî vedigere.

Em rêya xwe didomînin, em li konvoyeke sivîlan rast tên ku ber bi gundên xwe ve diçin. Gundiyên ku ji ber şer ji gundê xwe derketin, piştî ku gundê wan ji çeteyan hate paqijkirin û mayin hatin rakirin gundî vedigerin gundên xwe.

JI HERÊMÊN REJÎMÊ JÎ GELEK KES TÊN

Tiştekî dî ya girîng ku me li gund ditî ew e ku gelek kes ji wan deverên ku DAIŞ û rejîm lê ne ber bi qadên azadkirî ve tên. Li vir em bi Alî Samîr re diaxivin ku ji Şamiyê yê nêzî Bukemalê hatiye û li dibistanekê bi cih bûye.

Samîr jî wiha behsa dema DAIŞ’ê dike: Dema DAIŞ’ê em li gundê xwe Şamiyê bûn. DAIŞ’ê dagir kiribû. Ev 4-5 roj in em hatine vî gundî. Ji ber ku ev der hatine azadkirin û ewle ne. Li nav DAIŞ’ê jiyana me ne baş bû. Diviya riha mirov dirêj bûya û diviya weke wan bûya. Diviya jinan reş li xwe bikirana û rûyê xwe bigirtana. Lê niha mala xwedê ava em li vir baş in.’’

JI MEHNÊ PAŞVERÛTIYÊ VE RÊWÎTIYA BI MÛZÎK Û MOTORÊ

Em bi pêş ve diçin. Di rê de em li malbatan rast tên ku bi motosîklêtan diçin.Li Bakurê Sûriyê motosîklêt pir têne xebitandin. Motosîklêt ên ku hem li Rojava û hem li qadên azadkirî malbatên destên wan teng bi kar dianîn di dema DAIŞ’ê de bûbû şevreşk ji mirovan re. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê motosîklêtê wan ji wan distand û ew dikirin teqemenî.

Lê niha bi rehetî li qadên azad dikarin bi motosîklêtê biçin. Em wesayita xwe nêzî wan dibin û çend pirsan ji wan dikin.

Yek ji van dengê mûzîkê tê motosîklêtê bilind kiriye û bi zarokên xwe li muzîkê guhdar dikin û diçin. Tê zanîn di dema DAIŞ’ê de muzîk qedexe bû. Ev malbat wek ku bi bêrîkirina bi salan dengê mûzîkê heta dawiyê vekirine û rêwîtiya xwe dikin. Dema ku dêhn û bala xwe didime wan weke ku li fîlmekî binerim bi min hat.

Nêz dibim û dibêjim, hûn niha çi hîs dikin. Jin bi kenê xwe yê xweşik dibêje, ‘pir şaf im’. Got, di dema çeteyan de nikarîbû bi hevserê xwe re li motosîklêtê siwar bibûya.

'JIYAN ÊDÎ XWEŞ E, NAN ERZAN E'

Li gundê Mûhamîdayê em li komeke ji ciwanan ku kêfxweş xuya dikin, rast tên. Gelekî dilgerm in.

"Me gelek rojên zor û zehmet li pey xwe hişt. DAIŞ'ê her tişt li me qedexe kiribû. Cixare qedexe bû, em neçar dihatin hiştin ku kincên li gorî dilê wan li xwe bikin. Di dema çeteyan de, nan, xwarina me dixwar jî gelekî biha bû. Her tişt niha erzan e. Jiyana me baş e."

Diyar dike ku di dema DAIŞ'ê de ji ber ku riya wî tine bû hatiye girtin, nasnameya wî jê hate girtin û dibêje, "Em gelekî kêfxweş in ji ber ku ji DAIŞ'ê xilas bûne. Jiyana me xweş e."

ÇÎROKA DU BIRAYÊN BI DESTÊ DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN

Em rêwîtiya xwe didomînin û digihêjin gundê Sawûma ku berî niha bi mehekê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Li vê derê jî em li komekê rast tên ku li ber dikanan rûniştî ye. Bi wan re sohbetê dikin û ji wan dipirsin, "Di dema DAIŞ'ê de zerar li we hate kirin?" Hemû dibêjin, ji ber ku ji malên xwe derneketin, ti zerar li wan nebûye. Lê yek ji nav wan radibe û dibêje DAIŞ'ê serê kurê xwişka wî jê kiriye.

Em li sedema wê dipirsin. Abdulhamîd Aramîs ê ji Dêra Zorê qala çîroka xwarziyê xwe dike. Her ku ew qalê dike, em fêhm dikin ku ev çîrok ne tenê ya xwarziyê wî ye, ya du birayên hev in ku bi destê DAIŞ'ê hatin kuştin.

"Xwarziyê min berê endamê Artêşa Azad bû, lê berî DAIŞ bê ji nava Artêşa Azad derket û li mala xwe bû. Rojekê birayekî wî li ber derî bû. Fîşekeke çeteyên DAIŞ'ê li serê wî ket û mir. Yê ku ev kir çeteyekî Elman bû.

Birayê wî yê berê di nava Artêşa Azad de bû serî li dadgehê da û li mafê xwe geriya. Lê belê rojekê dema çû ser gora birayê xwe, hatin ew jî birin. Me piştre bihîst ku ew birine parkekê û serê wî jê kirine."

Aramîs di dawiya axaftina xwe de dibêje "Mala xwedê ava jiyana me niha baş e."

JINÊN RENGÛRENG ÊN LI ZEVIYÊ PEMBO

Em dewam dikin û li gundê Sawûna digihêjin zeviyekî ku komek ji jinan lê dixebite. Dema ku çav li wan dikevim yekser gotina 'Jinên rengûreng li zeviyê pembo' tê ser zimanê min.

Dêra Zor bi erdê xwe yê bi xêr û bêr, wextekê yek ji navendên herî girîng ên çandiniya li Sûriyeyê bû. Ev erdê ku çemê Firatê wê av dide, bi pemboyê xwe navdar bû.

DAIŞ'ê beşeke mezin a vî erdê bi bereket mayin kiriye. Tevî vê yekê jî nekariye zêde mayinan li van gundan bi cih bike.

Ji ber vê yekê şêniyên herêmê li zeviyên xwe çandiniyê dikin. Lê êdî ne bi kincên reş û tarî. Ew êdî bi kincên rengûreng, bi kenê li ser rû êdî karê xwe dikin.

Jinên li vê derê me bi kêfxweşî pêşwazî dikin û dayikeke dest bi axaftinê dike: "Mala xwedê ava QSD hat. Em berê li malê bûn. Dema em dixebitîn jî ji çav heta lingê me neçar bû me xwe binixumanda. Eger me bi vî rengî nekiribûya, wê me serjêbikira. Jiyana me niha baş e û em ewle ne."

Herî dawî em diçin ser girekî ku karibin hê baş Çemê Firatê bibînin. Li vê derê gelek gundî li ber çavên dikevin, ku hemû bi telefonê diaxivin. Rêberê me dibêje, ev gund yekane cihê li vê herêmê ye ku şebekeya telefonê dikişîne. Lewma ev der tijî mirov in ku bi telefonê diaxivin. Li ser vî girî, herêma di destê rejîmê de ye û Çemê Firatê bi zelalî tê dîtin. Erdê di destê QSD'ê de ye bi bereket e. Demekê em li derdorê temaşe dikin û piştre ji gund derdikevin.