Êrîşên li Dêra Zorê dewam dikin -NÛ BÛ
Li bejahiya Dêra Zorê, êrîşeke din a çeteyên DAIŞ'ê hate şikandin. Êrîşên rejîmê yên li ser nuqteyên QSD'ê hê jî dewam dikin.
Li bejahiya Dêra Zorê, êrîşeke din a çeteyên DAIŞ'ê hate şikandin. Êrîşên rejîmê yên li ser nuqteyên QSD'ê hê jî dewam dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîş birin ser nuqteyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Muhatta Cefar (stasyona trenê).
PANZEREK ÇETEYAN HATE RÛXANDIN, 2 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li vê derê, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên QSD'ê de şer derket. Di vî şerî de panzerek çeteyan hate rûxandin, 2 çete jî hatin kuştin.
Piştî ev êrîşa çeteyan hate şikandin, çeteyan danê nîvro dîsa nuqteyên şervanên QSD'ê yên li Muhatta Cefar kirin û heta vê kêliyê jî şer dewam dike.
Duh berêvarê saet di 17:30 de, çeteyan êrîşî Muhatta Cefar kiribûn û şervanan bersiveke tund dabûn. Di şerê duh de 9 çete hatibûn kuştin.
ÊRÎŞÊN REJÎMÊ DEWAM DIKIN
Rejîma Baas jî, duh di heman saetê de êrîşî çeperên QSD'ê yên li gundê Cûbeyla kirin. Şervanên QSD'ê jî di cih de bersiv dan êrîşên rejîmê. Êrîşên rejîmê yên li dijî QSD'ê yên gundê Cubeyla hê jî dewam dike.