Rewşa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê
Li Dêra Zorê, êrîşeke çeteyên DAIŞ'ê hate şikandin û panzerek û wesayiteke çeteyan ketin destê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).
Li Dêra Zorê, êrîşeke çeteyên DAIŞ'ê hate şikandin û panzerek û wesayiteke çeteyan ketin destê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî nuqteyên şervanên QSD'ê yên li gundê Huriyê kirin, ku bi 52 kîlometreyan li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê ye.
Şervanan bersiv dan êrîşê û şer derket. Di encamê de êrîş hate şikandin û 2 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD'ê panzerek û wesayiteke çeteyan jî desteser kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê 9'ê Îlonê ber bi bakur û rojhilatê Dêra Zorê ve dest pê kir. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di nava demeke kin de bi dehan gund û herêmeke berfireh ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Pêr jî mezintirîn herêma petrolê ya Sûriyeyê El Umer ku li rojhilatê Dêra Zorê de ji aliyê çeteyan ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû paqijkirin.
Şervanên QSD'ê, ji eniya başûrê rojhilat a Dêra Zorê xwe gihandine çemê Firatê. Artêşa Sûriyeyê bi piştiriya Rûsyayê li aliyê din ê çemê Firatê bi cih bûye.