Li Dêra Zorê DAIŞ û Rejim êrîşî nuqtayên QSD dikin

Li Dêra Zorê rejima Baas û çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hemwext êrîş birin ser nuqtayên QSD’ê. Şervanên QSD êrîşa DAIŞ’ê şikenandin, lê êrîşa rejîma Baasê berdewam dike.

Di Pengava Bagera Cizîrê de ku ev 45 roj e dom dike, şervanên QSD’ê serkeftinên mezin bi dest dixin. Li bermamberî vê jî êrîşên rejimê Baasê û çeteyên DAIŞ’ê jî zêde dibe.

İro beriya 3 saatan çeteyên DAIŞ’ê û rejima Bassê bi awayekî hemwex êrîş birin ser 2 cihên cuda ku ji aliye şervanên Pengava Bagera Cizirê ve hatibûn rizgarkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê vê êvarê saet 17:30’an êrîş birin ser nuqteyên şervanên QSD’ê yên li Çerxerêya Cafera. Şervanan di cih de bersiva êrîşan da û êrîş hate şikandin. Di şer de 9 çete hatin kuştin.

Di heman demê de rejîma Baasê ji di heman saetê de bi çekên giran êrîşî nuqteyên QSD’ê yên li gundê Cubeyla kirin. Şervanan mafê xwe yê parastinê bi kar anîn û bersiva êrîşan da. Êrîşên rejîma Bassê hê jî dewam dikin.

Hêjayî bibîrxisitnê ye ku gundê Cubeyla 8 km dikeve rojavayê bajarê Dêra Zorê.