Li Cindirêsê cenazeyek ku şopên êşkenceyê li ser hebû hat dîtin

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, li nav baxçeya zeytûnan cenazeyê pîemêrekê ku hatibû êşkencekirin hat dîtin.

Ji roja ku dewleta Tirk Efrîn dagirkirî heya niha sûcên li hemberî sivîlan pêktîne her roj zêdetir dibin. Hema bêje rojek nîne ku dewleta Tirk û çeteyên wê kesekê qetilnekin, nerevînin û jinan tacîz û tecawîz nekin.

Duh dewleta Tirk li Racoyê ya girêdayî Efrînê 6 kesên bi temen di nav de 9 kes revandin cihekê ku nayê zanîn, îro jî li navçeya Cidirêsê ya Efrînê pîremêrek qetilkir.

Li ser cenazeya ku li baxçeya zeytûnan hat dîtin şopên êşkenceyê hene.