Li Cindirês a dagirkirî cesedekî şewitî hate dîtin
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, cesedekî şewitî hate dîtin.
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, cesedekî şewitî hate dîtin.
Li gorî agahiyan, cesedê kesê bi navê Ristem Misto yê ji Cindirêsê bi rengekî şewitî hatiye dîtin.
Nayê zanîn ku kesê ji gundê Acelê ji ber şewatekê miriye, ya jî bedena xwe daye ber agir û întihar kiriye, ya jî hatiye kuştin. Malbata Misto Cindo diyar kir, komên çete yên ser bi rejîma Enqereyê ve gelek caran gef li Misto Cindo xwarin.