Li Cerablûsê endamekî MÎT’ê hat cezakirin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku ajanê MÎT’ê yê bi navê Muhand Zîr ê ji Til Rifatê, hatiye cezakirin. 

Têkildarî mijarê Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji hêla Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê de, sîxûrê çeteyan ê bi navê Muhend Zîr ê ji bajarê Til Rifetê hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 15`ê Cotmehê li herêma Cereblûsê çete hatiye girtin û kuştin.
Dîsa di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyê hatiye kuştin, hewl da ji du aliyan ve sîxûrtiyê bike û li ber destê îstîxbaratên dewleta Tirk hatiye perwerdekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hemû ajan hatin hişyarkirin û hate diyarkirin ku kesên sîxûrtiyê dikin wê bê ceza nemînin.