Li bejahiya Efrînê şerekî giran heye

Li bejahiya Efrînê ya ku artêşa Tirk dagir kiribû, di navbera şervanên YPG’ê û artêşa Tirk de şerekî giran heye. Hate diyarkirin ku bi kêmanî 7 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ji roja Pêncşemê ve şerekî giran didome.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li bejahiya gundê Meydankê, Kûrtkûlak, Keferromê yê navçeya Şera ya Efrînê ji Pêncşemê û vir ve şerekî giran didome. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 terorîstên artêşa Tirk hatine kuştin. Di heman demê de herêm ji aliyê artêşa Tirk a dagirker tê bomberdûmankirin.”

YPG’ê diyar kir ku ew ê îro têkildarî şer daxuyaniyeke berfireh bide.