Li Baxozê şer giran e

Piştî bi hezaran çete li gel malbatên wan xwe radestî Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) kirin û şûnde, operasyona dayî destpêkirin bi ewle bi pêş diçe.

 Li gorî agahiyên ji çavkaniyên şer hatin girtin, şervanên QSD’ê ber bi kampa berê çeteyên DAÎŞ’ê zarok û malbat weke mertalên zindî bikar dianîn ve pêş ve diçin.

Agahiyên ku 4 jê çeteyên bi êrîşên xwekujî û bi dehan çete hatine kuştin, hatin dayîn. Çavkaniyên QSD’ê di şer de şervanekî QSD’ê şehîd bûye, 4 jî birîndar in. Hate ragihandin ku balafirên koalîsyonê jî ji sibê ve li gelek êrîş pêk anîne.

Çavkaniyên QSD’ê ragihandin ku li herêmê pir mayîn hatine danîn, ji bo windahiyên wan pêk neyên bi ewle pêş ve diçin.

Şervanên QSD’ê roja Yekşemê saetên piştî nîvro dest bi operasyona dawî ya çeteyan ragihandibû. Di rojên dawî de piranî biyanî û ji herêmên cuda bi hezaran li gel malbatên wan xwe radest kiribûn. Ji serê meha Kanûnê û vir ve nêzî 59 hezar kes ji herêmê hatine veguhestin.