Li Baxozê cebilxaneya çeteyan hate teqandin

Fermandarekî Pêngava Bagera Cizîrê, ragihand ku piştî operasyona li Baxozê destpêkir û şûnde şerekî dijwar li herêmê rûdaye.

Fermandarekî QSD’ê ku ji ANHA’yê re axivî, ragihand ku di saetên sibê de cebilxaneyeke ya çeteyên DAÎŞ’ê hatiye teqandin. Fermandarê QSD’ê diyar kir ku ji saetên sibê ve şerekî dijwar li herêmê rû didin.

Li Baxozê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de rû dide. Her wiha balafirên şer ên hêzên koalîsyonê ya navneteweyî jî li nûqteyên DAÎŞ’ê dide.

Her çendî çeteyên DAÎŞ’ê bi fuzeyan bixwazin pêşveçûna şervanan asteng jî bikin, şervan bi tedbîrên xwe yên girtî pêş ve diçin.