Şervanên QSD’ê girê Baxozê kontrol kir

Piştî ku şervanên QSD’ê duh operasyona dawîkirina DAÎŞ’ê dane destpêkirin, şervanan girê Baxozê kontrol kir û cephaneya çeteyên DAÎŞ’ê rûxand.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh piştî ku sivîlên dawî û malbatên çeteyên DAÎŞ’ê ji Baxozê derxistin, operasyona qedandina DAÎŞ’ê da destpê kirin.

Şevê din li Baxozê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî dijwar hebû. Şervanên QSD’ê girê Baxozê kontrol kirin û cephaneya çeteyan rûxand.

Hêzên QSD’ê 9’ê Sibatê li Baxozê dest bi operasyona rizgarkirina sivîlan kiribûn. Ji wê rojê û heta niha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin û DAŞÎ’yên ku xwestin xwe radest bikin jî hatin derxistin.

Duh têkildarî operasyonê yek ji Fermandarê QSD’ê Ednan Efrîn agahî da ANF’ê û gotibû; “Li Boxazê sivîl û çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan ên xwestin xwe radest bikin hatin derxistin.  Her wiha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin. 1’ê Adarê li gund ti sivîl neman e, li ser radestnebûna çeteyên DAÎŞ’ê yên mayîn şervanên me saet 18:00’an û şûnde dest bi operasyona dawîkirina çeteyan kirin.”