Li Baxozê 6 jê zarok 8 Êzîdî hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxozê, di şerê dawî yê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de 6 jê zarok 8 Êzîdî rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine standin şervanên QSD'ê dema operasyona Baxozê 8 Êzîdiyên dî rizgar kirin û ew gihandina qadên ewle. Yên ku hatine rizgarkirin 6 jê zarok û 2 jê jin in.

Hate gotin dema operasyonê jinên ku hatine rizgarkirin navê wan Teyser Silêman û Edîbe Mirad Milo ne. Navê zarokan jî wiha ne; Eymen Xelîl Hecî, Dilbirîn Celer, Xeyrî Şeref, Mûsa Hadî, Eyşe û Brahîm.

Yên ku hatine rizgarkirin yek jê ji gundê Koço ye. Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de dema ku êrîşî Şengalê kirin, li vî gundî qetlîamek kiribûn. Çeteyan zilamên gund hemû kuştibûn û zarok û jin jî bi xwe re biribûn.

Zarokên ku hatine rizgarkirin yek jê ji Şengalê, sê zarok ji Til Izêr û du zarok jî ji Xanesorê ne. Hate diyarkirin ku ev zarok tevî dayîkên xwe hatine rizgarkirin.