Li başûrê Sûriyeyê şerekî giran diqewime

Li başûrê Sûriyeyê li bejahî şerekî dijwar diqewime, ji hewayê jî bomberdûmana Rûsyayê didome.

Şer li cihekî herêma Derayê ku çeteyên DAÎŞ'ê lê ne, diqewime. Piştî ku rejîma Sûriyeyê û komên din ên çekdar roja Înê li hev kirin, herêmên din bêdeng in. Di çarçoveya lihevkirinê de komên çekdar kontrola herêmê radestî rejîmê kiribûn.

Artêşa Halîd bîn El Velîd ku komeke ser bi çeteyên DAÎŞ'ê ve ye, di nava lihevkirinê de nehate bicihkirin. Ev koma çete li platoya Golan a ji aliyê Urdun û Îsraîlê ve hatiye dagirkirin û li nêzî sînor bi cih bûye.

Li bajarokê Hetê yê ser bi Yarmûkê, di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û komên din ên çekdar de şer qewimî. Şerê navbera hêzên rejîmê û DAÎŞ'ê jî bi giranî li Siwedayê diqewime.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, çeteyên ser bi DAÎŞ'ê li bajarokê Hetê bi pêş ve çûne. Hêzên hewayî yên Rûs jî bombeyan li bejahiya Yarmûkê û bajarokê Sehîm El Colanê dibarînin ku ji aliyê koma Halîd bîn Velîd ve hatine dagirkirin.

Li gorî saziyê, heta niha nêzî 30 hezar sivîl li bejahiya Yarmûkê di nava şer de mane. Tê gotin ku çete sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin.

Şer li cihekî bi 4 kîlometreyan dûrî sînorê Urdunê û bi 10 kîlometreyan li ser xeta sînor diqewime. Çeteyên DAÎŞ'ê topan diavêjin bajarokê Zayzûnê. Li vî bajarokî roja Sêşemê li dijî hêzên rejîmê û komên din ên çekdar êrîşeke xwekujî hatibû kirin û 14 kes miribûn.

Rejîma Sûriyeyê operasyonên xwe yên li dijî Derayê 19'ê Hezîranê zêde kiribû. Ji ber şer, li gorî Neteweyên Yekbûyî 200 hezar kesî xwe li sînorê Sûriye û Îsraîlê girtin. Rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê 60 ji sedî yê Sûriyeyê kontrol kiriye.