DYA dibe ku alîkariyê nede komên çekdar ên li Başûrê Sûriyeyê

DYA’yê ji komên çekdar ên li Başûrê Sûriyeyê got ku, “Heke Şam operasyonekê li dar bixe, em ê alîkariyê nedin we.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Fransayê AFP’ê hêzên hikumetê yên ku Rûsya piştgiriya wê dike, ji bo hin herêmên li Dera û Suveydayê têxe bin kontrola xwe, amadekariya operasyonekê dike.

Fermandarekî koma çekdar ji AFP’ê re diyar kir ku heke operasyon were destpêkirin ew ê Washîngton alîkariyê nedin wan.

Hate diyarkirin ku di peyama Washîngtonê de ev tişt hatiye gotin, “Em dizanin ku hûn ji bo gel, koma xwe û berjewendiyên xwe divê hin biryaran bistînin. Lê divê vê biryara we, xwe nespêre hêviya mudaxeleyeke leşkerî ya ku qaşo ew ê ji aliyê me ve were kirin.”

DYA’yê têkildarî naveroka nameyê heta niha tu daxuyaniyeke fermî neda.

Artêşa Sûriyeyê piştî bomberdûmana çend rojan, roja Şemiyê li herêma Derayê qadek bi dest xist.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hêzên hewayî yên Rûsyayê piştî agirbesta salek berê, cara pêşîn roja Şemiyê Dera bomberdûman kiriye.

Rûsya, DYA û Urdunê di Tîrmeha 2017’an qadên li başûrê Sûriyeyê xistibû nav çarçoveya qadên ku şer lê nayê kirin. Ev hêz têkildarî herêman muzakereyan dikin.

Fermandarê koma çekdar ê ku di nûçeyê de navê wî nehatibû dayîn, got ku, “Me dizanibû ew ê mudaxeleyê nekin, ji ber wê jî em mat neman.”