Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîd û dagirkerî hate protestokirin

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hatin protestokirin.

AMÛDÊ

Bi sedan kesên li bajarê Amûdê yê Kantona Qamişlo li hev kom bûn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriya Tirk protestokirin.

Meşa ku bi pêşengtiya Tevgera  Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê pêk hat, malbatên şehîdan, nûnerên PYD û Kongreya Star û saziyên civaka sivîl amade bûn. Di meşê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîsa Başûrê Kurdistanê şermezar kirin, banga yekîtiya netewî li çar parçeyên Kurdistanê kirin.

Meş li Qada Jina Azad a dikeve rojhilatê Amûdê bi dawî bû û li vir dirûşim hatin qîrkirin.

QAMIŞLO

Li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Koçber û Penaberan a NY ya li Taxa Siyahî ya Qamişloyê jî daxuyaniyek hate dayîn. Di çalakiya ku dayikên şehîd û malbatên gerîlana amade bûn, dagirkerî û tecrîd hate şermezarkirin. Endama Kongreya Star Nesrîn Heydar daxuyanî da û got: “Em weke dayîkên şehîd û şervanên Tevger Azadiya ya Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku dixwazin vîna gelê ku daxwaza azadiyê dikin tine bikin, şermezar dikin. Dewleta Tirk li ber çavê dinê hemû pîvanên navneteweyî binpê dikin.”

DÊRIK

Bi heman aramancê li Dêrikê jî daxuyaniyek hate dayîn. Endama Kongrya Star Daristan Domo daxuyanî da û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Heftanînê, li Girkê Legê daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Navçeyê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Navçaya Girkê Legê Newroz Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Dewleta Tirk mudaxeleyî Yemen, Lubnan, Lîbya û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û dixwaze ji krîza navxweyî xilas bibe. Rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî û rêxistinên jinan li dijî sucên dewleta Tirk bêdeng dimînin.

Weke dayikên şehîdan banga rawestandina qelîamên li Başurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Weke dayikên şehîdan em êrîşên hovane yên dewleta Tirk li Heftanînê ku li dijî herêmên jiyanî yên sivîlan û Herêmên Parastinê yên Medyayê şemezar dikin.”

TIRBÊSPIYÊ

Li Tirbêspiyê jî bi heman armancê çalakî hate kirin. Li ser navê çalakgeran endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Cewahîr Temûz axivî û got: “Weke dayikên Şehîd û gêrîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijîn, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Heftanînê şermezar dikin. Em bang li rêxististinên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd hişyar bikin.”