Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de şitlê daran hatin danîn û şahî hatin lidarxistin.

QAMIŞLO 

Bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca xurtkirina çanda çandina daran, her wiha da ku zarok ji xwezayê hez bikin, Komîteya Şilêr a Zarokan îro li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dest bi Însiyatîfa çandina daran kirin. Wê ev çalakî heta 4 rojan li navçeya Dêrik û Hesekê dewam bikin. Bi dehan zarok û malbatên wan tev li însiyatîfê bûn û dê 150 daran biçînin.

TIRBESPIYÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ji bo zarokên şehîdan şahiyek li hola Erd El Ehlam li dar xist. Di şahiyê de têkildarî axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zarokan re, sînivîzyonek hate weşandin, piştre komên Şehîd Dilgeş û koma Zarokên Şehîdan derketin li ser dikê û stranên xwe gotin.

TIL HEMÎS

Di heman çarcoveyê de Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo şahiyek li dar xist. Bi dehan endamên saziyan, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên herêmê di şahiyê de amade bûn.

Destpêka bernameyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Yusif Xidir El Mehwes axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê berxwedêr pîroz kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo jiyanake azad demokratîk tê dikoşîne."

Endama Kongra Star a navçeyê Meha Silêman El Mihemed  jî got:“ Ew ê têkoşînê bilind bikin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin.“

Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Hemîs Xalid El Nayîf jî axivî û got: "Êrîşên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi saya vîn û berxwedana gelan, têk biçin."

Di dawiya şahiyê de şano û stran hatin pêşkêşkirin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê jî Kongra Star şahiyek bi boneya 4'Nîsanê  li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, gund û bajarokên girêdayî wê tevlî şahiyê bûn.

Endama rêveber a Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Aylem Dirbêsiyê axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

KOBANÊ

Li Kobanê jî Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê pêngava çandina daran da dest pê kirin. Pêngav ji Parka Rêber Apo ya li gundê Siftik dest pê kir.

Banga tevlîbûna pêngavê hate kirin.

EYN ÎSA

Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şaredariya Gel a Navçeya Eyn Îsa hezar û 500 dar li komînên navçeyê belav kirin. Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Eyn Îsa dar li 26 komînên girêdayî navçeya Eyn Îsa belav kirin. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de bi dehan dar li baxçeyê navnedî werin danîn. Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Eyn Îsa Osman Remo axivî û got:“Wan hezar û 500 dar li komînan belav kirine, ew ê jî li tax û gundên xwe danin.“