Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya netewî hate protestokirin

Bi hezaran welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, komploya navneteweyî protesto kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

DÊRIK

Bi sedan şêniyên herêma Koçerat û Berav li deriyê ketina navçeya Dêrikê ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Li bajar bi hezaran şênî tev li meşê bûn.

Meş di kolanên bajar de giriya û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Garê hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diruşmeyên "Em komploya 15'ê Sibatê roja qirkirina gelan şeremzar dikin" hatin vekirin.

Meş li qada Şehîd Beyrem a bakurê rojhilatê bajarê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin bi navê komînên herêma Dêrikê Medîna Elî û Xorşîd Ehmed axivîn û gotin, fikir û felsfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ronî da cîhanê, ji ber ku rêbertî ji bo mafên gelên bindest têdikoşe. Her wiha hate diyarkirin ku berxwedana rêbertî di girtîgehê de hemû komployên li dijî gelên herêmê vala derxist.

Hevserokê meclisa herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehman jî wiha got: "Hemû şoreş bi bin ketin piştî ku fermandarên wan hatin tunekirin, lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikir û felsfeya xwe ji gelên demokratîk re bû minaret."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Garê û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi hezaran şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê li Qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn û pankartên "dem dema rizgarkirina rêber Apo ye" hildan.

Meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik bi siloganên silavkirina berxwedana Îmraliyê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî û li naverasta navçeyê vegerî mêtîngê.

Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl wiha got: "Di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ê ku ji bo avakirina mirovahî, civak û belavkirina demokrasiyê têkoşiya re, 22 sal derbas bûn."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Nesrîn Mihemed berxwedana HPG’ê ya li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê silav kir û wiha got: "Hêzên hegamon komploya xwe ya li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Lê berxwedana li Garê pêk hatiye, bersiveke tund a li dijî hêzên komploger bûn, di serî de jî dewleta Tirk."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan li Îmraliyê bi dawî bû.

ÇILAXA

Bi dehan şêniyên Çilaxa bi meşeke girseyî Komploya Navnetweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û ferzkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan, derkevin.

Meşvan li qada navendî ya navçeyê kom bûn û piştre tevî hildana panktarên"Na ji bêdengiya navneteweyî re" li kolanên sereke gerîn

Meşvan li Qada Kerac a bakurê navçeyê rawestîn û piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muna Yûsif destnîşan kir ku gelek dewlet beşdarî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn, da ku vîna gelê Kurd bişikînin û wan ji fikirê demokrat a azad a rêbertî bitirsînin, lê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe spartiyê vê fikirê."

Her wiha endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a herêma Cizîrê Sirûr Şetê axivî ku rêya berxwedanê çareya yekane a sekna li hember dewleta Tirk a dagirker e.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêbertî ya li Îmraliyê û banga serbestberdana rêbertî bi dawî bû.

TIL KOÇER

Li Til Koçerê jî meşek ji pêş çerxeriya başûr a nêzî dibistana Şewaf dest pê kir û li tevahî kolanên navçeyê gerî û li pêş Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestî.

Di meşê de bi sedan şêniyên Til Koçerê, rûspî û şêxên eşîrên Erebe û partiyên siyasî beşdar bûn, tê de pankartên "Azadî û edalet ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, azadiya Rêber Ocalan kilîta aştiya li Rojhilata Navîn e" û "Bijî berxwedana Îmraliyê....azadî ji rêber Ocalan re...hilweşe Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan" hildan.

Dûvre hevserokê PYD’ê ya navçeya Til Koçerê Zahid Mihemed Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em îro di salvegera biêş a 22’yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dijîn. Rêber Ocalan ji bo azadiya gelan di girtîgehê de tê koşî û hîna jî tê dikoşe."

 

Têkildarî mijarê, endama Kongreya Star Leyla Remedan bêdengiya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û soza şopandina rêça wî da û wiha pê de çû: "Em vê komployê û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermeke mezin li eniya mirovahiyê diwesifînin. Ji ber rêbertî aştî, pêkanîna edalet, wekhevî, azadî û azadkirina bindestan tê dikoşe, nabe ku were dîlgirtin."

TIL BIRAK

Li Til Birakê ya kantona Qamişlo, meşeke girseyî ji pêş çerxeriya firinê ya li naverasta navçeyê ber bi Çerxeriya Şehîdan ve çû û li nêzî Çerxeriya Şehîdan rawestî.

Piştre hevserokê Mecisa navçeya Til Birakê Abduselam Hesanî axivî û bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî hêzan kir ku li dora rêberît bicivin, bi fikir û felsefeya wî ve bên girêdan, têkoşîna demokrasiyê parastina rewa bikin. Ji ber ew rêya yekane li hember gelan e, da ku xwe ji qirêjiyên hêzên hegamon û planên wan rizgar bibin.

Her wiha endama rêveber a Kongreya Star a Til Birakê Resel Hesen axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana Garê û şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Şêniyên Tirbespiyê li pêş avahiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê kom bûn û da ku tev li meşeke girseyî bibin. Meşvanan pankratên"Em komploya 15’ê Sibatê, roja qirkirina gelan şermezar dikin", "Azadiya Rêber Apo çareya pirsgirêkên cîhanê ye", "azadî ji rêber Ocalan re" û "Bimire hêzên komploger bijî berxwedana Îmraliyê" hildan.

Meşvan ber bi Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Tirbespiyê ve ketin rê û li wir meş vegerî mêtîngê. Dûvre endamê PYD’ê Diyar Hesen got ew ê têkoşînê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin."

Li aliyekî din jî bi navê eşîrên ereb nûnerê eşîra Benî Seba Hisên El-Sada li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye axivî û got Yewnanistanê pêşwaziya rêbertî nekir û dewletên cîhanê jî ji bo dîlgirtina rêber Ocalan bûn hevkar, lê ev ewlehiya ku ew jiyan dikin, bi saya perspektîfên rêberî ne.

Endama rêveber a Kongreya Star a Tirbespiyê Hediye Şemo axivî û destnîşan kir ku ew di soza xwe ya şopandina rêça rêbertî e berdewam in û dê çalakiyên xwe bidomînin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî bi hezaran şênî meşek li dar xist.

Meşa ku ji pêşiya qada Jina Azad a navçeyê dest pê kir endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, endamên Kongreya Star, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC`ê tevlê bûn.

Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û ber bi kolanên sereke yên navçeyê ve çûn. Di meşê de sloganên"Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan" hatin berzkirin. Li wir meş veguherî mîtîngê.

Endama Rêveber a Kongreya Star a navçeya Amûdê Dilvîn Ehmed axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dilvîn Ehmed serkeftin û berxwedana HPG`ê ya li herêma Garê pîroz kir û destnîşan kir ku hêzên hegemonîk hîn jî planên xwe berdewam dikin, ji ber ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye ji bo xwe xetere dibîne, ji lew ra her tim hewldana têkbirina wê dike.

Di dawiyê de mîtîngê de sloganên"Na ji komploya navneteweyî re" berz kirin.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê jî bi beşdarbûna bi sedan kesî meşek hate lidarxistin.

Meş ji pêşniya navenda Trafîkê dest pê kir û li pêşiya çerxerêya Rêbertî ya li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Endama Kongreya Star Coza El-Hasûd axivî û got:"Dewleta Tirk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de dîl girt, lê nekarî fikrê rêbertî bigire."

Coza bang lidarxistina çalakiyên li ser asta cîhanê kir û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

KAMPA WEŞÛKANÎ

Li Kampa Weşûkanî bi hezaran koçberên Serêkaniyê li ber Meclisa Kampê meşiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Dem dema azadiya Serok Apo ye” û “Em berxwedana Garê silav dikin” hildan.

Beşdaran di meşê de sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin. Piştî ku meş rawestî, Endama Rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Nîda El-Salih axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Komplo ne tenê li dijî Serok Apo bû lê belê li dijî projeya neteweya demokratîk e ku tevahiya pêkhateyên herêmê tê de cih girtiye.”

Nîda anî ziman ku komplogeran ji komployê armanc kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel dûr bixin û wiha domand: “Lê ji ber girêdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna fikrê wî, komplo têk çû.”

Nîda di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye dibistana neteweya demokratîk ku ji bo gelan nexşerêya jiyaneke azad û bi rûmet xêz dike.

Nîda serkeftina Hêzên Parastina Gel (HPG) li Garê li herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û got: “Serkeftina wan, komplo têk bir.”

Ji aliyê xwe ve Endamê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed ve Komploya Navneteweyî bi komploya li dijî mirovahiyê û demokratiya li Rojhilata Navîn bi nav kir.

HESEKÊ

Bi deh hezaran şêniyên Hesekê, rûspiyên êlên Ereb û Kurd li çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer kom bûn û dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Kongreya Star û pankartên “Azadî û edalet ji bo rêber Abdullah Ocalan” hildan.

Meş li ber Parka Serok a li taxa Nasre rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Erebo axivî û got: “Armancên Komploya Navneteweyî gelek in: siyasî û stratejîk in. Her wiha komplogeran armanc kir ku projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn têk bibin.”

Erebo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ferzkirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan armanc dike, şerê li herêmê berdewam bibe û nakokiyên din li Rojhilata Navîn rû bidin.

Her wiha Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Reca Meimo got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn xwedî projeya çareseriyê ye. Ew tenê bi aştiyê û belavkirina wê bawer kir. Li cîhanê êdî bûye sembolek ji sembolên azadiyê, zanabûnê û jiyana hevbeş.”

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê ku rojane rastî êrişên dagirkeriya Tirk tê, bi hezaran şênî li pêşiya Meclisa Navçeya Til Temirê kom bûn û ji wir dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşandêran pankertên bin nivîsên “azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalankilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e, azadî û edalet ji bo Rêber Abdullah Ocalan” rakirin.

Li çerxerêya Qendîl xwepêşandan veguherî mîtîngê û bi navê hevserokatiya kantona Hesekê Semer El-Abdullah axivî.

Semer diyar kir ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber wê yekê bû ku rêbertî xwest zilm û zordarî li ser hemû mirovahiyê rabe û banga fikirê neteweya demokratîk kir û wiha domand: “Hikumeta Tirkiyê fikirên Ocalan wekî gefekê li ser siyasetên xwe yên dîktatoriyê û zordestiyê dît.”

Semer daxuyand ku 15`ê Sibatê rojeke reş e di dîroka Rojhilata Navîn de.

Mîtîng bi siloganên azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilindkirina berxwedanê bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Bi hezaran şêniyên navçeyên Şedadê, Erîşa, Mergede û Deşîşa bi xwepêşandaneke girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanşermezar kirin. Meclisa Navçeya Şedadê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger xewpêşandan bi rêxistin kir. Xwepêşandan ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û heta Qada El-Cebisê ya Mezin dewam kir.

Li qadê, Yasmîn El-Hemdo bi navê Kongreya Star a kantona Hesekê wiha axivî: “Di wekî vê rojê de, hêzên împeryal li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kirin û ew girtin.”

Yasmîn diyar kir ku armanca girtina Ocalan derbkirina projeya neteweya demorkatîk û tunekirina nasnameya gelan û azadiya jinan bû, ku îro bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû mafên xwe bi dest xistine.

Endamê rêvber ê PYD`ê şaxê kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî îşaret bi girîngiya hevgirtina pêkhateyan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, kir.

HOL

Bi sedan şêniyên navçeya Holê û gundên wê jî bi xwepêşandanekê komplo şermezar kirin. Xwepêşandan ji Qada Giştî ya li navçeyê dest pê kir û heta sûka navendî dewam kir. Xwepêşandêran siloganên şermezarkirina komployê berz kirin û pankertên bi nivîsên “azadî û edalet ji bo rêber Ocalan” rakirin.

Hevserokê Meclisa PYD`ê li Holê Xalib Hisên axivî û daxuyand ku armanc ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qutkirina têkiliya di navbera wî û gel de ye.

Hisên destnîşan kir ku armanca komployê her wiha çewisandina fikirê demorkatîk û azad e û bêdengkirina gel e.

Endama Kongreya Star li Holê Emîre Xelef jî wiha got: “Bi berxwedana jinan wê komploya 15`ê Sibatê ya li dijî rêbertî, têk biçe.”

Mîtîng bi siloganên şermezarkirina Komploya Navneteweyî û rakirina tecrîdê bi dawî bû.

ŞÊX MEQSÛD

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê meşek lidar xistin.

Şênî li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn.

Meş ji wir ber bi rojhilatê taxa Şêxmeqsûd ve destpê kir. Meş li herêma El-Cibanat a bajarê Helebê veguhertî mitîngê.

Di mitîngê de Hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso û ji rêveberên Hevgirtina Olan a bajarê Helebê Şêx Elî El-Hesen axivîn.

Ayşe Hiso got: "Em hemû dizanin ku di vê rojê de beriya 22 salan xwestin roja me tarî bikin, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune bikin, azadiya gelan binpê bikin. Lê firkên rêbertî sînor derbas kir."

Ayşe Hiso wiha domand: "Em hemû dizanin ku hêzên desthilatdar û komploger ku dixwestin tevahî cîhanê têxin bin serweriya xwe de li ser esasê yek netew û qirkirina civaka demokratîk xeterî di projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, dîtin."

Ji rêveberên Hevgirtina Olan a Helebê Şêx Elî El-Hesen jî ev tişt got: "Biratiya gelan, projeya netewa demokratîk û avakirina bingeha Rêveberiya Xweser û QSD`ê ev hemû berhemên firkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê û banga azadiya wî, hatin berzkirin.

TEBQA

Çalakiya konvedanê ya greva birçîbûnê rojekê dewam kir. Bi sedan şêniyên Tebqa, saziyên sivîl û leşkerî, meclisên sivîl, rûspî û şêxên eşîran berê xwe da konê çalakiyê.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, hevserokê Komîteya Aborî Mihemed Diyaedîn axivî û komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ji me tê xwestin wek gel, pêkhate, rêveberî û sazî di vê salvegerê de ku em rêça têkoşîn û xebata parastina destkeftiyan berdewam bikin. Ev destkeftî berhemên fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha ji me tê xwestin fikirên rêbertî yên azad bikin bingeha her xebat û guhartineke pêşerojê ya di siyasetên derve û hundir de."

Diyaedîn bang li civaka navnetewyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo azadiya rêberê neteweya demokratîk û pêşengê biratiya gelan bixebitin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Li aliyekî din jî endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Musena Abdulkerîm bang li gelên herêmên kir ku ji bo azadiya rêbertî asta têkoşînê bilind bikin, her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin û erka xwe bi cih bînin, sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin û rêbertî azad bikin.

Dûvre endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê helbestvan Yasir Ebû Telha helbesta xwe ya bi sernavê "Şems û Qemer" ya li ser Ocalan xwend û tê de rêbertî wesifand.

Çalakî bi diruşmeyan bi dawî bû.

REQA

Xwepêşandan ji pêşiya Nexweşxaneya Wetanî dest pê kir û heta çerxerêya Neîm dewam kir. Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan û pankertên bi nivîsên “Dema em ji jiyanê hez dikin em ji welat hez dikin, yê ji welat hez neke ne hêjayî jiyankirinê ye” rakirin.

Li çerxerêya Neîm a li navarasta Reqayê Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan li Reqayê Rîm Salih daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Piştî ku projeya neteweya demorkatîk derket, diyar bû ku ew projeya herî guncaw e û çareseriya tekane ya aloziyên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyê ye.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Her kes dizane ku çeteyên DAÎŞ`ê li ser hemû welatên cîhanê xeter bûn, kes nikarî nêzîkî wan çeteyan bibûya, tenê pêkhateyên ku xwe dispêrin fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî wê zihniyetê şer kirin. Tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecurbeyeke serkeftî bû.”

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El-Îsa axivî û Komploya Navneteweyê di salvegera wê ya 22`yan de şermezar kir û bang li sazî û rêxistinên xwecihî, herêmî û navneteweyî, Meclisa Mafên Mirovan a Desteya Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Efû ya Navneteweyî, Yekitiya Ewropayê (YE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku bi lez mudaxele bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berde.

Piştre cîgirê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Beriya 22 salan, sûcek bi tevlêbûna gelek dewletên ku qaşo banga demokratiyê û azadiyê dikin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk anî.”

Di dawiya çalakiyê de beşdaran bi berzkirina sloganan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û banga serbestberdana wî kir.