Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesekî din ji ber vîrûsê mir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesekî din ê bi vîrûsa koronayê ketibû jiyana xwe ji dest da. Di nava 24 saetên dawî de 48 kes bi vîrûsê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa li ser rewşa dawî ya li herêmê agahî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kesekî din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da ku ew jî mêrekî li Hesekê bû.

Li gorî daxuyaniyê di nava 24 saetên dawî de 48 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin, her wiha 5 kesên berê nexweş ketibûn baş bûne.

Tevî daneyên îro hejmara kesên li herêmê bi vîrûsa koronayê ketin gihaşt hezar û 446 kesî, 62 kes ji wan mirin, 402 kesên nexweş jî rewşa wan a tenduristiyê baş bû.