BI DÎMEN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di cejnê de serdanên li goristanên şehîdan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana goristanên şehîdan hate kirin. Welatiyan gul danîn ser goristanan.

CEJNA QURBANÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal pîrozbahiyên cejnê bi ziyaretkirina goristanên şehîdan destpê dike.

Piştî nimêja Cejna Qurbanê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Asayîş, fermandar û şervanên QSD, YPJ û YPG’ê jî di nav de bi hezaran kes serdana goristanên şehîdan kirin.

Şêniyan ku wêneyên zarokên xwe yên şehîd hilgirtin, gul li ber gorên şehîdan danîn, ayatên Quranê xwendin, dua kirin û şêranî jî belav kirin.

Di serdanê de rêveberên Meclisên Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl axivîn. Di axaftinan de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. Hate gotin, ewlehiya li herêmê berhemê keda şehîdan e. Kesên axivîn îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmê û kombûna wan a li derdora saziyên xwe yên sivîl û leşkerî  kirin.

Di axaftinan de soza şopandina xeta şehîdan û parastina mîraseya wan hat dayîn.