Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kes bi vîrûsê ketine û kesek jî mir
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku 80 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku 80 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 80 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketin û yek jî mir.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê bi vîrusê miriye mêr û ji Hesekê ye. Mistefa da zanîn ku 80 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketin, 42 jê mêr û 38 jî jin in.
û li van herêman in:
Herêm û hejmara kesên bi vîrûsê ketine wiha ne: Li Reqa 49, Minbic 10,Tebqa 6, Kobanê 5, Qamişlo 7, Amûdê 3.
Mistefa eşkere kir ku ji nexweşên vîrusê 16 baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 791 kes bi vîrûsê ketiye û 68 kes mirine, 476 kes jî başbûne.