Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kiryarên qirêj ên MÎT’ê

Şaneyên veşartî yên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatine girtin, li xwe mikûr tên. Endamê çeteyan ê bi navê Mûsa Salih Hisen El Ehmed li xwe mikur hat ku 2 kes kuştine.

Dewleta Tirk a ku bi piştgirîdayîna êrîşên komên çete ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ti tişt bi dest nexist niha jî ji bo gelên herêmê bîne pêşberî hev serî li rêbazên qirêj dide. Bi taybet ji bo derxistina şerê Kurd-Ereb dewleta Tirk giranî daye xebatên kontra yên bi şaneyên veşartî li herêmê bicih kirine û li gelek herêman bi şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê re tevger dike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di rojên dawî de di operayonên li herêma Firatê de gelek kesên çekdar yên girêdayî DAÎŞ û îstixbarata Tirk bi teqemeniyan ve girtin. Endamên çeteyên ku hatine girtin têkildarî cînayetên kirine û planên qirêj ên DAÎŞ’ê yên li herêmê agahiyên girînd dan.

Endamên çeteyên ku hatine girtin li xwe mikûr hatin û gotin ku serî li rêbazên êşkence, fîdye, bi kincên hêzên parastina herêmê, QSD û YPG’ê revandina sivîlan û qetilkirina rûspiyên herêmê. Operasyonên QSD û YPG’ê li gorî agahiyên ku endamên çeteyên hatine girtin bi berfirehî didome.

CÎNAYETÊN EBÛ RADE Û DERMANFIROŞEKÎ

Kujerê cînayeta karsazê bi navê Ebû Rade û dermanfiroşekÎ li Reqayê, Mûsa Salih Hisen El Ehmed û çeteyên pê rê di nava kesên hatine girtin de ne. Di dema lêpirsînê de El Ehmed li xwe mikur hat û got ferman ji Ebû Ehmed girtiye.

El Ehmed wiha got; “Şaneya ku ez di nava wê de li Reqayê du kes kuştin. Ya yekemîn kuştina Ebû Rade û ya din jî kuştina dermanfiroşekî bû. Min ew kuşt. Ferman jî min ji Ebû Ehmed girt. Ez wî kesî nas nakim lê tenê dizanim ji Tedmûrlû ye.”

El Ehmed wiha qala kuştinê kir; “Ebû Ehmed Ebû Rade dişopand û piştre fermana kuştinê da me. Ebû Sûûd ew kuşt. Beriya niha ji xwe dihate şopandin. Dema ku ji cihê kar derdiket li pêşiya deriyê malê hate kuştin. Di kuştina dermanfiroş de jî heman tişt çêbûn. Ebû Ehmed ew şopand û beriya du rojan fermana kuştinê da min. Min jî ji mal şopand û li cihekî guncaw kuşt.”

JI BO ÊRÎŞÊ ERKDARKIRINA JI EZAZ LI REQAYÊ

Çeteyê bi navê Ebdûllah Seyîd ku di nava koma çeteyên Lîwa Suxur El Sune ku Serokkomarê Tirk weke “Kuvayi Millî ya Sûriyeyê” dinirxîne, ragihand ku ji bo li Reqayê êrîşan pêk bîne ji Ezazê hatiye şandin.

Ebdûllah Seyîd ê ku ji Ezazê hatî Reqa û di demek kurt de bi çekan  ji aliyê QSD’ê ve hatî girtin ev agahî da; “Ez ji bo Ebû Yemen ê di nava koma Suxur El Sune de bû, dişûxulîm. Ji bo xebatên cûda ji min re got divê biçî Reqayê. Dema ez hatim Reqa li min geriya û got wê çek û dengkujiyê ji min re bişîne. Daxwaz ji min hate kirin ku li dijî nuqteyên leşkerî çalakiyan li dar bixim.”

‘EBÛ YEMEN JI ÎSTIXBARETA TIRK RE KAR DIKIR’

Ebdûllah Seyîd got ku çekên ji Ezazê hatine şandin gihiştine destê wî lê piştî hefteyekê hatine girtin û tu çalakî nekiriye. Seyîd got Ebû Yemen ji îstixbareta Tirk re kar dike û wiha domand; “Çek hefteyekê li gel min man lê min tu çalakî nekir. Ebû Yemen kesekî ku li gorî fermanên îstixbareta Tirk tevger dike. Ev ne vedişart û carekê ji min re jî gotibû.”