Li bajarokê Elî Baclî ya Girê Spî li dijî dagirkeran bertek çêbû

Li bajarokê Elî Baclî ya Girê Spî ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, gel li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê daket qadan.

Li bajarokê Elî Baclî ya Girê Spî ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, gel daket qadan.

Li bajêr, gel ku ji ber nikare nan peyda bike gazinc kir, ji bo ku ar nîne nikare li tenûrê nan çêbike, li dijî çeteyan ku genimê wan didizin meşek lidarxistin.

Doh jî çeteyan li gundê Xirbêt Riz a dikeve 20 kîlometriya Başûrê Rojhilatê Girê Spî, êrîşî eşîra Buxemiş’ê kirin û 4 kes ji wan qetil kirin.