Li bajarên Rojava 43. Salvegera PKK’ê hat pîrozkirin

43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê li bajarên Eyn Îsa û Girê Spî bi merasîman û li Tirbêspiyê jî bi meşekê hat pêşwazîkirin.

Şêniyên Eyn Îsa û Girê Spî merasîma pîrozbahiyê ya ji bo 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê li parka Eyn Îsa lidarxist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Sirînê ya başûrê kantona Kobanê bi boneya 43’mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek lidarxist. Bi sedan şênî û endamên saziyên navçeyê tevlê pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê şaxê navçeya Sirînê Îsmaîl Qadriye axivî û ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Qadriye axaftina xwe wiha domand: “Mîna ku Rêber Abdullah Ocalan gotî; me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî ser bikevin, sekna me li vir bi xwe serkeftinek e.”

Îsmaîl Qadriye diyar kir ku PKK’ê bi çend hevalan destpê kir lê niha bi milyonan tevlêbûn e û li ser şopa şehîdan in û got: “Em banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.”

Her wiha endama Kongreya Star a navçeya Sirînê Emel Mistefa axivî û got: “Em vê boneyê li rêber neteweya demokratîk Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ew xwediyê fikrê azad û projeya rizgarkirina jinan e. Em ji gerîla re dibêjin, çiqas em behsa berxwedan û lehengiya wan bikin, kêm e. Divê em berxwedêrên jin ên di qadên şer li çiyayên Qendîlê de ne ji bîr nekin. Em bi rêzdarî şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”

Di dawiya şahiyê de ciwanan li ber stranên gelêrî govend gerand.

“PKK' Jİ LÎSTEYA TERORÊ YA NAVNETEWEYÎ DERXÎNİN”

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên navçeya Girê Spî ya dagirkirî li parka giştî ya navenda navçeya Eyn Îsa kom bûn û  salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd salvegera damezrandina PKK'ê li gelên herêmê pîroz kir.

Mihemed Mehmûd got: " Felsefeya Rêber Ocalan serkeftin û destkeftiyên mezin bi xwe re anîn, pêşketinên li herêmê çêdibin berhema vê felsefeyê ye. Dewleta Tirk a dijmin digot wê Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bibe, lê bi saya têkoşerên leheng ên ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe dane, derewên faşîzma Tirkiyê eşkere bûn."

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl jî got, ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li ser şopa lehengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê têbikoşin.    

Di şahiyê de gelek helbest û çalakiyên hunerî ji aliyê komên dibistan û folklorî ve hatin pêşkêşkirin.

Di heman çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Tirbespiyê meşek li darxist, di meşê de banga derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hate kirin.

Meş ji ber navenda ciwanan a li rojavayê navçeyê dest pê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan û diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana PKK'ê hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî ya navçeyê rawestiya û ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Tirbespiyê Hisên Şêxo destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîn û berxwedana PKK'ê ya li dijî rejîmên faşîst.

Şêxo got, gelên herêmê PKK'ê wekî nûnerê xwe binav dike û piştgiriya gelê ku zarokên wan jê re diparêzin. Her wiha bang li  Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kir ku navê PKK' ji lîsteya terorê ya navneteweyî derxînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana PKK'ê bi dawî bû.