Li Amûdê êrîşa çeteyan hate şikandin: 3 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Amûdê êrîşa çeteyan hatiye şikandin û 3 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa dagirker li seranserê herêma rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê êrîşên xwe yên bi tank, top û çekên giran domand.

AMÛDÊ

Komên çete yên artêşa dagirker li gundê Mişêrfê ya Amûdê dema di amadekariya êrîşan de bûn, alavên teqemeniya xwe di nava xwe de teqandin. Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine, herî kêm 3 çete di teqînê de mirin, gelek çete jî birîndar bûne.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser wê ve li herêma Eyn Îsa û gundewarên wê û her wiha li ser rêya M4 tevgera xwe ya dagirkeriyê domand. Komên çete bi çekên giran êrîş birin ser gundên Bîr Kîno, Genteriyê, Kefîfa, Tirwaziyê û her wiha herêmên li derdora rêya M4 kir. Artêşa dagirker bi çekên giran û tankan zêdetirî 30 caran êrîş birin ser gundên Xirbit Baqer, Mitmeşrîc û Xafiya. Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin zevî û milkên welatiyên sîvîl. Artêşa Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide beşên rêya M4 a navdewletî dagir bike.

Artêşa dagirker ji 17’ê mehê ve, bi konvoyên çekên giran di embarên genim ên Şergirakê de diziyê dike. Di nav 3 rojan de bi alikariya komên çete, piraniya genimê di embarên genim de hat talankirin.

DÊRIK

Artêşa dagirker bi çekên giran êrîş birin ser gundên Etebê û Dêrna Axê. Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin milkên welatiyan."