Li Şerayê şer û li Şebayê jî balafirên keşfê digerin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di dema êrîşî ser gundên navçeya Şera ya Efrînê dikir de şer qewimî. Di şer de bi kêmanî 7 çete hatin kuştin.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di dema êrîşî ser gundên navçeya Şera ya Efrînê dikir de şer qewimî. Di şer de bi kêmanî 7 çete hatin kuştin.
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê îro jî carekî din êrîş bire ser gundên Şerayê.
Komên çete yên Cephet El Şamiye û Asifet Şimal ên êrîş bire ser gundên Şêwarqe, Marenaz û Malîkiyeyê windahiyên mezin dan.
ŞÊREWA TÊ BOMBEKIRIN
Hêzên dagirker di nîva şevê de vê carê gundên Birciqas, Kulite û Mezin ên Şêrewayê dan ber bombeyan.
LI ŞEHBAYÊ BALAFIRÊN KEŞFÊ DIGERIN
Hem wext li herêma Şebayê jî balafirên keşfê digerin. Hinek çavkaniyan anî ziman ku balafirên digerin ên Tirk in, lê hê rayedaran ev yek piştrast nekiriye.