Li Şerayê li dijî êrîşên artêşa Tirk nerazîbûn

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrîn û Şehbayê, li Şerayê bi beşdariya sedan kesî bi meşekê hate protestokirin.

Welatiyên Şerayê li pêşiya firneya naveçeyê kom bûn, pankartên ″FaşîzmaTirk nikare fitneyê bixe di navbera gelên Rojava de″, ″Em bang li hêzên navnetewî dikin ku li dijî faşîzmê bi erka xwe ya mirovî rabin″, ″AKP′ê nikare îradeya gelê Rojava bişikîne″, ″Efrîn ji terora we xurtire″ û ″Em şehîdên xwe di ne axê de, lê di dilê xwe de oxir dikin″ vekirin û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Di xwepêşandanê de, nûnerên TEV-DEM′ê, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demkratîk (PYD), Hêzên Asayîşê, HPC/YPJ′ê û mamosteyên KPC-D beşdar bûn.

Xwepêşandan ji firneyê destpê kir û dirûşmeyên ″Bijî berxwedaniya YPG/YPJ′ê″, ″Na ji dagirkeiya Tirkiyê re″ û ″Em ji we natirsin″, hatin qîrkirin û ber bi ketina bakurê navçeyê ve herikî.

Li wir deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê ya navçeyê Rojhat Elî axivî, diyar kir ku ku wê berxwedana gelê herêmê û hêzên YPG/YPJ′ê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, bi ser bikeve.

Endama Kongreya Star a navçeyê Nayle Mustefa jî anî ziman ku herçiqas Erdoxanê faşîst top û firokeyên xwe êrîş bike, ti carî nikare îradeya gelê herêmê bişkîne û wiha got: ″Em ê li hember van êrîşan li ber xwe bidin.″

Her wiha Endamê Rêveberiya Saziya Malbata Şehîdan Ednan Sîmo jî diyar kir ku Erdogan û alîgirên xwe nikarin herêmê dagir bikin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên ″Bijî berxwedaniya YPG′ê″ û Bijî berxwedana Rêberê gelê Kurd Abdellah Ocelan″ bi dawî bû.