Li Şêrawayê mayin teqiya: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Şêrawayê ji ber teqîna mayineke dewleta Tirk a dagirker ciwanekî 23 salî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê, di encama teqîna mayineke çeteyên dewleta Tirk a dagirker de Elî Mihemed Hemreşo yê 23 salî jiyana xwe ji dest da.

Elî Mihemed Hemreşo ji gundê Beradê yê Şêrawa bû û li gundê Kilotê dima.

Elî Mihemed Hemreşo yê ku bi giranî birîndar bû rakirin navenda tenduristiyê ya li gundê Bircqasî ya Heyva Sor a Kurd, lê li gel hemû hewldanan nekarî bê rizgarkirin.