BI DÎMEN

Li Şehbayê salvegera dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin

Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê bi tevlîbûna bi hezaran koçberan û şêniyên Şehbayê ji bo şermezarkirina salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê meşiyan.

MEŞA LI DIJÎ SALVEGERA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Di salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran koçberan û şêniyên Şehbayê meşek lidar xist.

Girseya gel li çerxêreya navçeya Ehdasê kom bû û şaxên zeytûnê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrîn û Şehbayê pêk anîne, hildan.

Meşvan heya pêşiya Baxçeyê Rêber Apo meşiyan. Li wir meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Xedîce Îbo axivî.

Xedîce Îbo îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk hewl dide Împaratoriya Osmanî vejîne û Mîsaqî Millî pêk bîne.”

Her wiha xedîce destnîşan kir ku berxwedana koçberên Efrînê ya ji 6 salan ve li Şehbayê berdewam e, misogeriya rizgarkirina Efrînê ye. Xedîceyê di dawiyê de banga xurtkirina têkoşînê kir.

Hevserokê meclîsa navçeya Ehdasê ya kantona Efrîn û Şehbayê Fewzî Mistefa jî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê û xwezaya wê şermezar kirin. Mistefa got hêzên navneteweyî berpirsên van sûcan in û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê û Meclîsa Ewlehiyê sûcan pêk tîne.”

Fewzî Mistefa destnîşan kir ku ew şopdarên berxwedana li hember siyasetên dagirkeriyê ne ta ku Efrîn û tevahî xaka Sûriyeyê tê rizgarkirin.