Li Şehbayê li gel derfetên neyî jî perwerdehî didome

Li Şehbayê li gel derfetên neyî û hêla koronayê jî pergala perwerdehiyê didome û xwendekar bi moraleke geş xwendina xwe didomînin.

Endama Rêveberiya Komîteya Perwedehiyê ya Civaka Demokratîk Nûrî Mela Nesan li ser sîstema perwerdiyê ya ku îsal ya herêma Şehbayê axivî. Nûrî diyar kir sîstema perwerdehiya biranşan ji bo mamosteyan hatiye vekirin, mehekê domandiye û piştî vê perwerdehiya mamosteyan bidawî bûye. Nûrî diyar kir ji ber hêla koronayê heftiyê du rojan hatine vekirin û mehekê wiha domandiye. Nûrî diyar kir bi tevdîrên nav dibistanan, ji aliyê Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk û Heyva Sor a Kurdî hatine hazkirin û li du kampan bi alîkariya Heyva Sor a Kurdî dibistanên nû hatine avakirin.

Her wiha Nûrî li ser hejmara xwenedakran û astengiyan jî agahî da. Nûrî got li Şehbayê 70 dibistan hene û tevahî 15 hezar xwendekar hene. Nûrî diyar kir piştî ku rewşa koronayê sivik bû dibistan her roj têne vedkirin. Nûrî diyar kir li gorî rewşa dibistanan û derfetên kêm û kêmbûna pirtûkan jî xwenedekara xwendina xwe bi moralekî geş didomînin.

Nûrî diyar kir du salên bihurî xwendekar, ciak û mamosteyan zehmetÎ kişandine, destpêka avakirina ibistanan li Şehbayê pol, cihekî ku xwendekaran lê bixwendana nebûne lê bi keda Komîteya Perwredehiyê ya Civaka Demokratîk û Heyva Sor a Kurdî bi derfetên kên yên heyî dibistan hatine tamîkirin, lêzimiyên xwendekaran hatine peydakirin.

Nûrî herî dawî diyar kir li navçeya Şêrawa pir zehmetî hene, ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Birc Qasê tim dide ber topan lê dîsa jî xwendekar bi moralekî geş û bi hezkirin xwendina xwe didomînin.