Li Şehbayê li dijî dagirkeriyê bi hezaran kes meşiyan

Gelê Efrîn û Şehbayê yên ku li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirina netewan a deweleta Tirk nerazîbûn nîşan bidin, meşeke girseyî lidar xistin.

Bi sedhezaran welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man koçî Kantona Şehbayê bikin, meşeke girseyî lidar xistin. Gelê Efrînê û Şehbayê li dijî êrîş û siyaseta guhertina demografiyê meşiyan.

Welatî li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê kom bûn, ber bi kampa Berxwedan ve meşiyan û alên TEV-DEM, Kongreya Star, YPG/YPJ′ê hildan. Her wiha pankartên ″Meclîsa Entabê meclîsa xayînan e″, ″Rûsya û Tirkiye şirîkên parçekirina Sûriyeyê ne″, ″Em bêdengiya navneteweyî li hember dagirkirina Efrînê şermezar dikin″ û ″Gelê Şehbayê piştgiriyê didin berxwedana Efrînê″ vekirin. Meşvanan dirûşmeyên ″Na ji dagirkeriya Tirk re″, ″Efrîn azad e″ û ″Bijî Berxwedana Serdemê″ berz kirin.

Li qada kampa Berxwedan deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo axivî da zanîn ku ew bi van çalakiyan rêya şehîdên xwe dişopînin û wiha domand: ″Em ê berxwedana xwe bidomînin û Efrînê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin. Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin. Em ê bi ruhê berxwedana Efrînê bi ser bikevin.″

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa jî diyar kir ku gelê Efrînê bi girêdana bi axê re û hêza ku ji şehîdên xwe digirin wê bi ser bikevin. Şêx Îsa wiha got: ″Em ê bi hemû rêbazan li ber xwe bidin û raya serkeftinê hildin.″

Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hesen jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan destek da terorê û wiha got: ″Amanca Erdogan ew e ku Sûriyeyê birûxîne û fitneyê di nava gelan de bafirîne da bigihêje berjewendiyên xwe.″

 Wefa diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablus, Bab û Ezazê dest bi dagirkirina rast e rast a Bakurê Sûriyeyê kir. Wefa banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

Meş bi dirûşmeyên ″Bijî Berxwedana Serdemê″ û şermezarkirina dagirkirina Efrînê bi dawî bû.