Şêniyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûn û li herêma Şehbayê bi cih bûn, 6 sal in di bin dorpêça giran a hikumeta Şamê de ne.
Hemû pêdiviyên jiyanê li ser herêmê hatine qutkirin. Ji sotemeniyê heta bi pêwîstiyên nexweşxaneyê (derman, teknîkên nexweşxaneyan) bi rengekî pir kêm derbasî herêmê dibin.
Ji 23'ê Mijdara 2023'an ve dîsa hikumeta Şamê bi rêya rêbendên Tûgaya Çarem dorpêça xwe li ser herêma Şehba girantir kir. Qada perwerde, şaredarî, çandinî û hemû jiyan li Şehbayê hate tevizandin.
Ji ber rûxandina binesaziya herêmê ji destpêka aloziyên Sûriyeyê ve û polîtîkaya şewitandina zeviyan ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê ve dihat meşandin; li Şehbayê bi rêya jeneratoran elektrîk peyda dibe. Lê ji ber nebûna sotemeniyê ji 23'ê Mijdarê ve Şehba di tarîtiyê de ye. Her wiha ji 25'ê Mijdarê ve nexweşxaneya Avrînê kete rewşa awarte.
Nexweşaxaneya Avrînê ku piştî dagirkirina Efrînê li gorî derfetên kêm li navçeya Fafînê hate demezrandin, rojane dikarî 500 nexweşan pêşwazî bike û derman bike. Lê niha ji ber dorpêça giran û nebûna elektrîk û derman, tenê dikare di rewşeke gelekî awarte de bixebite.
Hemû beş lê hate sekinandin, tenê beşa lezgîn, beşa Çavdêriya Taybet û emeliyatên gelekî awarte û krîtîk di rewşên gelek lezgîn de dixebitin. Ji bo beşa Çavdêriya Taybet ji ber kêmbûna sotemeniyê tenê jenetorekî pêdixin û cîhazên ku li wê derê bê ku çirayan pêxînin kar dikin. Hemşîre û bijîjkên li wê derê bi fenerên ku bi rêya enerjiya rokê şarj dibin, dixebitin.
Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Avrînê Arîn Elî diyar kir ku nexweşxaneya Avrînê ji sedî 80 ji kar hatiye seknandin û wiha got: "Mezintirîn nexweşxane Nexweşxaneya Avrîn e. Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê xwe li vê nexweşxaneyê derman dikin. Niha jî li ber sekinandinê ye. Her wiha hemû xebatkarên tenduristiyê jî bêyî ku îstirehet bikin, dixebitin. Eger ev rewş wisa berdewam bike, wê herêma Şehbayê rû bi rûyê kaoseke tenduristiyê bimîne."
Hevserokê Desteya Tenduristî ya Kantona Efrîn û Şehbayê Bijîjk Azad Reşo jî diyar kir ku rewşa heyî ji 6 salan ve li Şehbayê tê dewam dike û got: "Zexta dorpêça hikumeta Şamê, li Şehbayê îsal jî gihiştiye lûtkeya xwe. Di van deh rojên dawiyê de bandoreke mezin li ser qada tenduristiyê kir. Di heman demê de nexweşaxaneya Til Rifat û Avrînê ji ber kêmbûna sotemenî tenê ji bo rewşên awarte kar dike. Her wiha ji ber kêmbûna sotemeniyê bi dehhezaran xwendekar di nav de xwendekarên peymangeha Tenduristiyê niha ji perwerdeyê bê par mane. Li kêleka wê ji ber kêmbûna derfetên çûn û hatinê, her wiha kêmbûna sotemenî û derman li kampa Efrîn a Şehbayê zarokekî jiyana xwe dest da. Ji ber wê herêma Şehba li beramberî karesetekî mirovî ya mezin e. Rewş her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe."