Li Şehbayê hilbijartin di 22’yê Îlonê de pêk tê
Hilbijartinên Komînên Meclîsa Kantona Şehba, Meclîsa Gelan a Herêmên Federal, Kongreya Gelan a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê yên Rojava di 22’yê Îlonê de pêk tê.
Hilbijartinên Komînên Meclîsa Kantona Şehba, Meclîsa Gelan a Herêmên Federal, Kongreya Gelan a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê yên Rojava di 22’yê Îlonê de pêk tê.
Hevserokên Kantona Şehba Cîhan Xidro û Îsmaîl Mûsa li gel HevserokêDîwana Edaletê ya Civakî Îmad Dawûd bi daxuyaniya çapemeniyê ya lidar xistî, diyar kirin ku wê hilbijartina Kantona Şehbayê di 22’yê Îlonê de pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hate diyakirin ku 6’ê Tebaxê Komîteya Rêveber a Federasyonê, Koordînasyona Şehba û hemû komîte, li gel hevserokên meclîs û komînan bi civînekê gihiştin van biryaran:
“Hilbijartina komînan 22’Yê Îlona 2017’an pêk tê.
Hilbijartina Meclîsa Gelan a Herêmên Federal û Kongreya Gelan a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jî 19’ê Çileya 2018’an pêk tê.
Ji bo birêvebirina xebatên hilbijartinê jî wê Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Kantona Şehbayê bê avakirin.”