Li Şehbayê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek hate lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantonên Efrînê û Şehbayê bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek organîze kir.

Meş ji têketina bajarokê Fafînê yê kantona Şehbayê dest pê kir û li tevahî kolanên wê geriya. Di meşê de ciwanan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hildan.

Meş li goristana şehîdên komkujiyên Til Rifet û Aqîbê ya li bajarokê Fafînê veguherî mîtîngê.

Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Efrînê Ehmed Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser xaka Kurdistanê siyasetên helandin, qetilkirin û qirkirina gelê Kurd pêk tê û ji beriya demekê ve dagirkeriya Tirk êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin, nexasim Girê Mamreşo da ku tevgerê têk bibe, lê dijmin xwe li ber berxwedana gerîla nagire.

Di çarçoveya parastina rewa de HPG û YJA-STAR bersiva van êrişan da û isbat kir ku teknolojiya pêşketî ya ku dijmin li dijî gerîla bi kar tîne bi kêr nayê. Ev jî ji dijmin re derseke dîrokî ye ku ne pêkan e li hemberî gerîla bi ser bikevin.

Em jî bi rihê şerê gel ê şoreşgerî soza tolhildanê, têkoşîn, berxwedan û hesabxwestina ji dagirkeriya Tirk a der barê êrişên wê yên hovane de didin, di heman demê de bi rihê berxwedana Îmralî, bi rihê têkoşer Zîlan, Bêrîtan û Avêsta em ê dîrokeke nû binivîsin û faşîzma Tirk û çeteyên wê ji holê rakin. Ev serkeftin bê guman dê bi hêza ciwan û têkoşîna wan pêk were."

Meş bi sloganên bijî berxwedana HPG’ê bi dawî bû.