Li Şehbayê bi sed hezaran di bin xeteriyê de ne

Doxtor Osman Şêx Îsa diyar kir ku rejîma Sûriyeyê li Sûriyeyê 6 nuqteyên lezgîn ava kir. Lê ji bo bi sed hezaran welatiyên li Şehbayê dijîn ti ewlekariyek nehatiye girtin.

Vîrûsa Korona (Covîd19) a ji bo tevahî cîhanê xeteriyeke mezin ji bo bi sed hezaran welatiyên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne hê xetertire. Endamê Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a li Şebayê Dr. Osman Şêx Îsa diyar kur ku rewşa welatiyên li herêma Şehbayê ji ber şer, di warê ewlekarî, mercên tenduristiyê ji bo jiyanê ne destdayî ye, anî ziman ku rewşek nexweşiyek vîrûa Koronayê derbikeve wê encamên pir giran bi xwe re bîne.

‘KOÇBER BI ŞERTÊN XIRAB ÊN JIYANÊ RE RÛ BI RÛ NE’

Şêx Îsa destnîşan kir ku ji Kanûna sala borî ve xeteriya vîrûsa Koronayê li ser cîhanê tev xeterî çêkir û bûye mijareke cidî û got: “Destpêkê hinek welatan seresere nêzîk bûn û cidî negirtin dest. Me dît bê ka xeteriyek çawa li ser tev dinê da çêkirin. Bi taybet Îtalya û Îran gelek berdêl da û hê jî dide. Rewş giha wê astê ku êdî nizanin bê ka wê çawa pêşiya wê bê girtin. Em jî yên li Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin û li Şehbayê dijîn, bi heman xeteriyê re rû bi rû ne. Weke tê zanîn ji ber ku Şehba bi salan bûye qadeke ya şer, ji ber şer mal hilweşane, ziyanên mezin gihane avahiyan, dîsa hebûna cenazeyên bi salan di bin kavalan de mayîn, qada şehbayê di warê ekolojî û herêmî de ji bo tenduristiya mirovan ne baş e. Di rewaş niha de hem ji bo ava vexwarinê û jiyanê ne cihekî guncav e.”

 ‘HETA NIHA TI SAZIYEKE MIROVÎ ALÎKARIYA VÎ GEL NEKIRIYE’

Şêx Îsa anî ziman ku bi derketina vîrûs Koronayê re li gel komîteya tenduristî, navendên tenduristî, Heyva Sor a Kurd bi hev re zenga lezgîn a tenduristiyê dane destpêkirin û wiha pêde çû: “Tena niha li qada me tu kes bi vîrûsê neketine. Lê ev yek nayê wateya ku wê nebe, hê şer didome, di dorpêçê de ye. Heta niha saziyeke navneteweyî, ne saziyeke alîkariyê ya mirovî û ne jî rejîma Sûriyeyê alîkariyek daye herêma Şebayê. Ne berê û ne jî niha, ji bo ti pirsgirêkeke tenduristiyê, ne ti saziyeke tenduristî û ne jî kadroyên tenduristiyê yên pispor nehatineû ji bo peydakirina dermanan jî ti xebatek nekirine. Ji ber vê yekê me li gorî derfetên xwe dest bi xebatan kiriye. Hem li nexweşxaneyê û hem jî di warê xebatkarên tenduristiyê de tedbîrên pêwîst hatine girtin û di warê hişyarkirina gel a xwe parastina ji vîrûsê agahî hatine dayîn. Dîsa li beramberî bûyerekê ka em ê çawa nêzîk bibin tedbîr hatine girtin. Muayîneyên asayî yên rojane yên li nexweşxaneyê hatine sekinadin. Tenê mudaxeleyî rewşên lezgîn û nexweşên giran dikin. Li vir armanc xeteriya li ser nexweşan xistina asta herî kêm e. Ji ber ku rojane pir nexweş tên, nimûna rojê bi qasî 700-800 nexweş tên nexweşxaneyê. Ev jî xeteriyek mezin bi xwe re tîne. Ji ber vê bi cîhan kontrola nexweşan tê kirin û wisa derbasî nexweşxaneyê dibin. Di rewşeke ku yek bi vîrûsê bikeve wê nexweş bi şêweyê îzolekirî bikeve nexweşxaneyê. Li gel vê me bi lez û bez cihên dest û rû şitinê û dîsa îzolkirinê ava kirin. Xebatkarên nexweşxaneyê tim bi maske û lepik kar dikin, dîsa di warê nêzîkbûnê de tedbîr hatine ragihandin. Dîsa bi rêya televîzyoneke ku li nexweşxaneyê hatî dayîn, bi Kurdî û Erebî bê ka wê çawa xwe biparêzin weşanê dike. Ji xwe di vê mijarê de doxtor û xebatkar şev û roj amade ne.”

 ‘BI RÊYA WESAYÎTÊN ANONSÊ GEL AGAHDAR DIKIN’

Dr. Osman Şêx Îsa bal kişand ser xebatên agahdarkirina gel û got: “Di çarçaveya pilansaziyên weke tenduristî me dayî pêşiya xwe em bi rêya civaînan gel agahdar û hişyar dikin. Dîsa me sê wesayîtên anonsê amade kiriye û li kolanên gund û navçeyê digerin û gel ji vîrûsê agahdar dike û broşorên tenduristiyê didin wan.”

Şêx Îsa anî ziman ku ber her kes bi xwe dihat nan û pêwîstiyên xwe digirt, lê ji niha û şûnde bi rêya komînan vê dikin. Dr. Îsa diyar kir ku her roj komîn tê mal bi mal digere pêwîtiyên wan digre û li ber malên wan dadine. Dr. Îsa bibîr xist ku cihên qelebalix, xwaringeh û cihên dawetê jî girtine. Dr. Îsa diyar kir ku ew li gorî biryar û tedbîrên Rêveberiya Xweser karên xwe dikin. Dr. Şêx Îsa destnîşan kir ku ev rewş wê wiha bidome heta dawî li vîrûsa korana hatî yan jî dermanê wê hatî peydakirin. Şêx Îsa anî ziman ku eger gel bi hestyar tevnegerin wê necamên pir xirab bi xwe re bîne.

‘AMADEKARÎ HENE’

Dr. Osman Şêx Îsa bi domdarî got: “Li hemberî vîrûsê me hinek tedbîr girtine. Em bi Helebê re di nava têkiliyan de ne. Wê nexweş bişînin Helebê, li nexweşxaneyên zanîngehê hinek amadarariyên wê di vê mijarê de hene. Dîsa li Şehbayê ji bo bûyererkî pêk bê me navend amadekiriye. Ji bo astengiyê di rê de derkevin, dîsa girtna rê ji bo li vir mudaxele bê kirin amadekarî dikin. Her çendî rejîma Sûriyeyê bi fermî neragihîne ku hinek kes bi vîrûsê ketine, lê agahiyên tên gel me didin xuyakirin ku hinek kes bi vîrûsê ketine. Ji bo wê derbaskirina nexweşan me daye rawestandin. Bila gel di vê mijarê de hişyar bin, ev yek ne ji bo tirsê avakirin, tenê tedbîrgirtine. Pêşniyarên ji bo ketin û derketina Şehbayê hatin kirin, niha li ser vê nîqaş tên kirin. Ev der ne weke Efrînê ye, Efrîn 2-3 deriyên wê hebû. Gelek deriyên Şehbayê hene ev jî bi xwe re xeteriyê tîne.

 ‘LI ŞEHBAYÊ DIVÊ NEVENDKE YA LEZGÎN BÊ AVAKIRIN’

Weke komîteya tenduristiyê û rêveberiya xweser hemû derfet hatine seferberkirin. Lê ji ber sînordarbûna derfetan û dîsa têrê nakin. Divê bi taybet saziyên tenduristiyê, saziyên alîkariya mirovî, Xaça Sor û rejîma Sûriyeyê bi lezgîn alîkariyê bike. Çawa ku li Sûriyeyê ji bo reweşek lezgîn navendek hatiye vekirin, divê li Şehbayê jî bê avakirin. Dîsa derfetên dewletên navneteweyî û rejîma Sûriyeyê ji yê me zêdetirin. Li vir 4 kampên me hene û bi deh hezaran sivîl lê dijîn. Jiyana van kampan di bin xeteriyê de ye. Di bin şert û mercên xirab de dijîn. Tenê ambûlansekî me heye, dîsa ji bo kesên bi vîrûsê bikeve bişînin Helebê divê destûr bê dayîn. Di rewşeke ne li bendê heta ku destûr bidin, yan jî dibe destûr jî nedin. Di vê wateyê de xeteriyên cidî hene. Ji bo bûyerên vîrûsê divê sîstemek taybet bê avakirin. Weke berê bi destûrê bikevin tevgerê wê necamên xirab bi xwe re bîne. Ev der qadeke ku şer lê dom dike û xwedî metirsî ye. Ji ber vê divê rejîm bi lezgîn ji bo vê qadê çareseriyekê pêş bixe. Em ê li vir tişta ji destê me bê bikin, em ê alîkarî bidin gelê xwe. Lê divê ev yek jî bê zanîn tenê bi derfetên me nabe.Divê gel pir bi hestyar be, her kes di nava seferberiyê de be.”