BI DÎMEN

Li Şehbayê bi hêviya vegera Efrînê dest bi amadekariya Newrozê hate kirin

Gelê Efrîn û Şehbayê tev hemû deste, sazî û tevgerên li Kantona Efrîn û Şehbayê hêviya vergera Efrînê amadekariya Newroza 2024'an dikin.

LI ŞEHBA AMADEKARIYÊN NEWROZÊ

Ji bo lidar xistina şahiya Newrozê hemû gel dikeve tevgerê heta ku şahiyeke bi coş û serkeftî were lidarxistin. Li Kantona Efrîn  û Şehbayê jî ji bi Newrozê re amadekariyên gelek xurt hem ji aliyê gel ve hem ji aliyê saziyên li vê derê tê kirin.

Li gorî dorpêça giran a Hikumeta Şamê yê ku 6 sal in bê navbera li ser xelkê koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê hatiye ferzkirin; dîsa jî bi îsrareke mezin û bi hêviya rizarkirina Efrînê xelkê li vê derê Newrozê pêşwazî dikin.

Tevgra Çand û Huner a Kantona Efrîn û Şehbayê jî bê navbera provayên xwe didomînin ta ku di şahiya Newrozê de bi rengekî herî serkeftî govend û stranên xwe pêşkêş bikin.

Yek ji Endamên Tev-Çandê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Ebdulrehman Şekiro diyar kir ku ruxmî kêmbûna derfetan lê dîsa jî Newroz wê were pîrozkirin û wiha axivî: "Her sal em hazirtiyeke xurt ji bo Newrozê dikin, îsal jî bi hêviya vegera Efrînê em ê vê Newrozê pîroz bikin. Em di wê hêviyê de ne ku bi berxwedaniya xwe ya 6 salan a li Şehbayê em ê karibin bi ser bilindî vegerin Efrînê."