Li Şedadê cenazeyên 6 û li Helebê yê şehîdekê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên ku di pêngava Gurza Gelan de şehîd bûn li Şedadê û Helebê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên ku di pêngava Gurza Gelan de şehîd bûn li Şedadê û Helebê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên QSD’ê Xalid Semîr El-Hemûd, Îsmaîl Xilêf El-Hemed, Sufiyan El-Ehmed, Xidir Elî El-Mihêmîd, Ehmed Xalid El-Xedîr û Ebdulqadir Rafih El-Rizic ku di Pêngava Gurza Gelan ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Girtîgeha Sinaayê de hat birêvebirin şehîd bûne li Şedadê; Îsa Horo jî li Helebê bi merasîmeke ku bi tevlêbûna bi sedan kes û şervanan hat lidarxistin hatin veşartin.
ŞEDADÊ
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê, gund û bajarokên başûrê bajarê Hesekê cenazeyê şervanên QSD'ê Xalid Semîr El-Hemûd, Îsmaîl Xilêf El-Hemed, Sufiyan El-Ehmed, Xidir Elî El-Mihêmîd, Ehmed Xalid El-Xedîr û Ebdulqadir Rafih El-Rizic ku di encama bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAÎŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê şehîd bûne, li goristana Şehîdan a Şedadê, veşartin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin.
Di merasîmê de Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zoba wiha axivî: "Şehîdan nirx û rûmeta gelan parastin. Zilma li ser gel û xaka xwe qebûl nekirin û ji ber wê jî ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kirin."
Sayil El-Zoba di axaftina xwe de soza parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, da.
El-Zoba wiha pêde çû: "Mademî ku dewleta Tirk heye, şaneyên DAÎŞ`ê dê çalak bin. Ji ber wê jî divê em bi roj û şev têbikoşin da ku çavkaniya tarîtiyê ku gefan li aramî û ewlehiya herêmên me dixin, tune bikin."
Her wiha Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Olî ya Şedadê Ehmed El-Eshed jî îşaret bi rola QSD`ê û berdêlên ku ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmê didin kir û ev tişt anî ziman: "Em li vir in da ku lehengên ku ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kirin, oxir bikin. Şehîdan Reqa, Dêrazor û Minbicê rizgar kirin û li hember şaneyên DAÎŞ`ê li Hesekê û li her deverê ji bo gel, welat û rûmetê, li ber xwe dan."
Paşê wesîqeta her 6 şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Malbatan jî soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina serkeftinê da.
Di dawiyê de cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.
HELEB
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê QSD'ê Îsa Horo (Mahsûm Dogan) yê ku 22'yê Çileya 2022'an, di Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de şehîd bûbû, bi merasîmekê spartin axê.
Girseya şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Xalid Fecir a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şiqêf ve ketin rê. Girse di wê navberê de diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Hesekê berz kirin.
Li goristanê toraneke leşkerî ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hate lidarxistin. Ji fermandarên YPG'ê Şervan Efrîn axivî û got, şêniyên Efrînê tev li şoreşê dibin, beşdarî hemû pêngavên bersivdayîna êrişên çeteyên DAÎŞ û dewleat Tirk a dagirker bûn û di oxira parastina herêmên xwe de şehîd bûn.
Şervan Efrîn diyar kir ku ji destpêka aloziyê ve Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û pêkhateyên din li ber xwe dan, destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û di oxira parastina van destkeftiyan de canê xwe feda kirin.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşan Mihemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd xwîna xwe didin da ku em bi rûmet bijîn. Şehîd Mahsûm li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da heta ku gihaşt asta şehadetê, bi keda şehîdan çeteyên DAÎŞ'ê li Hesekê hatin têkbirin."
Piştî axaftinan nasnameya şehîd Dogan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Cedan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd Mahsûm Dogan bi diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.