Li Şamê êrîşa Îsraîlê: 2 kes mirin

Li Şamê di encama êrîşeke Îsraîlê de herî kêm 2 kes mirin.

Li gorî televîzyona dewletê ya Sûriyeyê û Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja Çarşemê Îsraîlê êrîş bir ser Şamê.

SOHR'ê ragihand ku Îsraîlê êrîşeke hewayî bir ser daîreyeke li herêma Kefer Sûsa ya Şamê û herî kêm 2 kes hatin kuştin. Televîzyona dewletê jî bîlanço piştrast kir.

Radyoya Sham FM ku alîgirê hikumetê ye, diyar kir ku êrîş li ser avahiyek nêzî dibistaneke Îranê hatiye kirin û bûye sedema mirina mirovan.

Îsraîlê li ser êrîşê heta niha daxuyanî neda.

Îsraîlê salên dawî bi sedan caran êrîş bir ser herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne. Ji 7'ê Cotmehê û vir ve bi destpêkirina şerê Xezeyê re êrîş hîn giran bû. Êrîş bi giranî li dijî Îran û Hîzbûllah a Lubnanê tê kirin.